• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Girtî Îkram Guren piştî 31 salan hate berdan

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya ‘Rojên Danasînê’ tê lidarxistin

    Rojnameger Huseyîn Aykol reyna girewt emelîyat

    Rewşa xeternak a rojnameger Huseyîn Aykol didome

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ‘Her darvekirinek di dilê jinan de dibe agirê serhildanê’

    ROJEVA 12ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 22yê COTMEHA 2025an

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Derhênerê rojhilatî: Min xwest bibim dengê gelê ku weke bayê bê welat e

Fexredîn Kiliç / AW

2 COTMEH 2025 - 08:29
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Derhêner Borhan Ahmedê yê ji rojhilatê Kurdistanê ye bi filmê “Wek Bayê Bê Ax” behsa zilma li Kurdên Feylî hatiye kirin tev li Festîvala FîlmAmedê bû. Borhan Ahmedî destnîşan kir ku xwest bibe dengê gelê ku weke bayê bêwelat û bênasname ye.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” di navbera 26-30ê Îlonê de li Amedê hate lidarxistin. Festîval îsal bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn pêk hat. Festîvala ku pênc rojan berdewam kir bi nîşandana belgefîlma “Li Ber Siya Spîndarê” û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Festîvala îsal rastî eleqeyeke mezin hat û 771 fîlm û 44 proje serlêdana festîvalê kirin. Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatin hilbijartin û 5 fîlm jî ji bo pêşandanê hatin bijartin. Yek ji van fîlmên hate hilbijartin jî fîlmê derhêner Borhan Ahmedî yê bi navê “Wek Bayê Bê Ax” e bû.

Fîlmê Borhan Ahmedî yê ji rojhilatê Kurdistanê ye paşxaneya dîrokî, siyasî û civakî ya sirgûnbûna 75 hezar Kurdên ku li Iraqê dijîn (Weke Kurdên Feylî tên zanîn) a ber bi Îranê ve û rewşa wan a îroyîn a li Îranê û cîhanê vedibêje. Zimanê fîlm Kurdî (Kelhorî) û Farisî ye. Borhan Ahmedî têkildarî fîlm û festîvalê ji ajansa me re axivî.

Heta niha 22 fîlm çêkirine û gelek xelat wergirtine

Borhan Ahmedî da zanîn ku cara ewil e tev li Festîvala FîlmAmedê dibe û qala naveroka fîlmê xwe kir. Borhan Ahmedî diyar kir ku dewleta Iraqê gelek zilm li Kurdên Feyîlî kiriye û wî pêdivî pê dît ku serpêhatiya wan bike belgefîlm. Borhan Ahmedî diyar kir ku di sala 2001an de dest bi sînemayê kir û wiha got: “Heta niha 22 fîlm çêkirine û tev li pir festîvalan bûm. Komek xelatên min yê navxweyî û navneteweyî hene. Min lîsansa xwe li ser derhêneriya sînemageriyê girtiye û ez endamê Komelaya Sînemagerên Ciwan a Bajarê Sinê me.”

‘Festîvala FîlmAmedê dê bibe festîvala bi nav û deng a di dinyayê de’

Borhan Ahmedî anî ziman ku Festîvala FîlmAmedê hem weke plan û program hem jî ji aliyê dîsîplînê ve hem ji aliyê beşdarbûyîna fîlman ve di asteke bilind de dibîne û wiha got: “Ez kêfxweş im ku ez li vir im. Bi vî awayî ev festîval dikare pêşerojeke nêzîk te bibe festîvaleke herî baş. Ne tenê li vê erdnîgarîyê dibe ku bibe festîvala cîhanê ya herî baş. Ji ber ku bi awayekî baş û profesyonel bi rê ve diçe. Min tu fîlmên ku asta wan kêm bû di festîvalê de nedît. Ji temaşevanan re têkiliyek heye, kalîteya deng û dîmen pir başe. Ez di wê hêviyê de me ku Festîvala FîlmAmedê dê bibe festîvala bi nav û deng a di dinyayê de.”

Borhan Ahmedê bi lêv kir ku dema fîlma wî ji aliyê FîlmAmedê ve hate hilbijartin pir kêfxweş bû û wiha pê de çû: “Heya niha min tecrube nekiribû û min pir hezdikir bêm FîlmAmedê û bajarê Amedê. Sînemageran û bajar ji nêz ve bibînim bikaribim bi sînemagerên li vir re têkilî çêbikim. Derfêt li vir hene ku bikaribin alîkariya hev bikin.”

Du fîlmên li ser xwezaparêziyê çêdike

Borhan Ahmedî da zanîn ku du projeyên wî yên fîlm hene ku çêdike û ev agahî dan. “Yek ji wan hema di asta post produksiyonê de ye. Mijara berhemê xwezaparêzî ye. Mijar li ser çûkeke ku li Kurdistanê dijî û çûkeke pir xweşik e. Çûk di lîsteya sor ya heywanên ku bi talûkeya tunebûnê re rûbirû de ye. Berhemek din jî di deste min de heye, ev jî karekî xwezaparêzan e. Mijara wê jî li ser agirên ku dikevine nav daristanên Zagrosê. Ji bo ku her sal bi destpêka demsala germahiya havînê li pir cihên Zagrosê ku 11 parêzgehan di nava xwe de dihewîne daristan bi çend sedemên bi mirovî, hem derveyî mirovî dikin tune bibin. Talûkeyeke mezin e ku em tiştekî nekin dibêjin heya 60 salên din êdî hemû daristanên Zagrosê dê tune bibin. Dixwazim li ser vê mijarê bixebitim.”

‘Min xwest bi vî filmî bibim dengê gel’

Borhan Ahmedî bi lêv kir ku fîlmê wî yê “Wek Bayê Bê Ax” çend peyaman di nava xwe de dihewîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ya ewil min xwest bibim dengê vî gelî, ji bo ku weke bayekî bêwelat in bênasname ne. Peyama duyemîn peyama aştiyê ye. Divê em bizanibin ku pêşgirîkirin, nehiştin, koçkirin, girtin û talankirina gelekî mijareke çiqas nexweş e. Min xwest bi vî film bikaribim pêşiyê li vê bigirim.”

Borhan Ahmedî kî ye?

Borhan Ahmedî di sala 1982yan de li bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 2001ê de dest bi çêkirina fîlman kiriye. Lîsansa xwe di qada sînemayê de kiriye. Derhêner, senaryonûs, edîtor û çêkerê fîlman e. Li Komeleya Sînemayê ya Ciwanan a Sinê perwerdekariya kargeha belgefîlman kiriye. Di gelek festîvalên fîlman de deng bi kar anî ye. 21 kurtefîlm, fîlmên metrajnavinc û rêzafîlm çêkirine.

 

 

 

Etîket: 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedêBorhan AhmedîRojhilatîWek Bayê Bê Ax
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Derhênerên ji Rojhilatê Kurdistanê: Têkoşîna armancekê te digihîne mafên te

Derhênerên ji Rojhilatê Kurdistanê: Têkoşîna armancekê te digihîne mafên te

1 COTMEH 2025
‘FîlmAmed dibistan e, li dijî înkar û sansurê ye’

‘FîlmAmed dibistan e, li dijî înkar û sansurê ye’

1 COTMEH 2025
Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

30 ÎLON 2025
Derhêner Sarûhan: Sînemaya Kurdî ji pêşerojê re hafizayekê dihêle

Derhêner Sarûhan: Sînemaya Kurdî ji pêşerojê re hafizayekê dihêle

30 ÎLON 2025
Festîvala fîlman îro bi fîlmê ‘YîBOyê’ bi dawî bû: Zarokên kurdan asîmîle kirin

Festîvala fîlman îro bi fîlmê ‘YîBOyê’ bi dawî bû: Zarokên kurdan asîmîle kirin

29 ÎLON 2025
Derhênera belgefîlma YÎBOyê: Heta ziman qedexe be pêvajo jî nagihîje encamê

Derhênera belgefîlma YÎBOyê: Heta ziman qedexe be pêvajo jî nagihîje encamê

29 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (370)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne