Wan – Derûnnas Fîgan Kepenekê bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û da zanîn ku di asta civakî de, perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji bingehên herî berbiçav ên aştiyê ne û got: “Aştiya mayînde û hemwelatîbûna wekhev bêyî naskirina mafên ziman ne mimkûn e, yek ji gavên herî girîng di civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ya heyî de ye.”
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê bi gelek xalan ve tê nîqaşkirin û hema bibêje her sal di pergalê de guhertinên mezin tên kirin. Li gel vê yekê zimanê perwerdehiyê tenê bi Tirkî ye û gelek netew û komên din ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bê par in. Ev rewş, bişaftineke mezin bi xwe re tîne û li ser derûniya xwendekaran jî taybetî zarokan bandoreke neyînî dike. Zarokên ku nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin, bi bişaftinê re rû bi rû dimînin û ji kodên neteweya xwe dûr dikevin.
Li ser vê mijarê derûnnas Fîgan Kepenek pirsên ajansa me bersivand. Fîgan Kepenek ev nêzîkî 11 salan e bi zarok, jin û koçberan re dixebite û taybetî li ser wêrankirina ku ji ber trawmayên ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin ên weke şer, îşkence, xizanî, koçberkirina bi darê zorê û şîdeta mêran disekine. Fîgan Kepenek hem di asta takekesî û hem jî di asta civakî de xebatên xwe yên derûnnasiyê dimeşîne û ew derûnnasiyê tenê weke qadeke dermankirina takekesî nabîne, her wiha ew derûnnasiyê beşek ji têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê dibîne.
Pergala perwerdehiyê li Tirkiyeyê pir nakok e, gelo bandora vê pergala perwerdehiyê li ser derûniya zarokan çi ye?
Pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê, li şûna ku piştgiriyê bide pêşveçûna derûnî ya zarokan, bûye mekanîzmayek îdeolojîk ku wan neçar dike ji temenê biçûk ve bi desthilatdariyê re xwe nas bikin. Ev pergal ku bi her guhertina wezîrê perwerdeyê re ji nû ve tê avakirin, qadeke nezelaliyê diafirîne ku berdewamiya xwe winda kiriye. Pergalên mufredat û ezmûnan ên ku bi vî rengî pir caran diguherin, di zarokan de hesta “tiştê ku duh rast bû, dibe ku îro xelet be” xurt dikin. Ev ne tenê bêewlehiya înformatîk, lê di heman demê de bêewlehiya hebûnî ya kûr jî diafirîne. Ji ber vê yekê di pêvajoya fêrbûnê de, zarok dixwazin daxwazên desthilatdariyê razî bikin, ne yên xwe. Nasîna desthilatdariyê, meraqa xwezayî û ramana xweser a zarokan ji holê radike.
Zarok di çavên pergalê de tenê hejmarên îstatîstîkî ne
Dema em di çarçoveya psîkoanalîtîk ve dinêrin, pergaleke wisa di zarok de trawmaya fêrbûnê çêdike. Ji ber ku çalakiya fêrbûnê êdî bi tirsa kirina şaşiyan ve girêdayî ye, ne bi dînamîka kifşkirinê ve. Her ceribandinek, her pîvandina performansê, bi nirxa zarok ve tê wekhev kirin. Bi vî awayî, têkçûn ne tenê dibe encamek, lê dibe nasnameyek. Zarokê hilgirê vê nasnameyê, hesta kêmasiyê di hundirê xwe de digire û bi wê re mezin dibe. Newekheviyên civakî û aborî, vê binyata trawmatîk li ser çînên civakî careke din diafirîn e. Zarokên birçî û bêxew ên ku di polên qerebalix de ji bo fêrbûnê têdikoşin, di çavên pergalê de tenê hejmarên îstatîstîkî ne.
Perwerdehiya Tirkiyeyê lihevhatineke îdeolojîk hedef digire
Bo nimûne, polîtîkayên mîna “dibistanên navîn ên keçan” ku vê dawiyê weke bernameyek pîlot ji bo parastina keçan hatine bicîh kirin, kodên baviksalar ên ji derbîra (bilinçdışı) civakî vediguherînin zimanê sazûmaniyê yê perwerdehiyê. Ev pratîk di bingeha xwe de formeke pedagojîk a xwesteka kontrolkirina laşên jinan e. Derbîra erîl a hêza serdest bi paşguhkirina mafê zarokan ê perwerdehiyê tirsên xwe yên zayendperest ên tepeserkirî derdixe holê. Perwerdehiya îro ya li Tirkiyeyê ne yekparçeyiya derûnasiya zarokan, lê belê lihevhatineke îdeolojîk hedef digire. Ev ne polîtîkayeke perwerdehiyê ye, ev yek projeyek endezyariya civakî ye.
Girîngiya “perwerdehiya bi zimanê dayikê” ji bo zarokan çi ye û bandorek çawa çêdike?
Perwerdehiya bi zimanê dayikê girêdana yekemîn a zarok bi cîhanê re ye û cihek e ku xwe îfade bike û nasnameya xwe biparêze. Ziman ji tenê peyvan pêk nayê, ew celebek bîranînê ye, teşeyek aîdiyetê ye. Fêrbûna bi zimanê dayikê rêya herî xwezayî ye ku zarok xwe aîdî cîhanê bibîne. Lêbelê, pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê di dîrokê de li ser îdeala hemwelatîbûnek yekreng hatiye damezrandin. Vîzyonek hemwelatîbûnê ku tê de her kes bi heman zimanî diaxive, heman çîrokan jiber dike û ji hêla heman nasnameyê ve tê helandin. Ev model rastiya civakek pirzimanî û pirçandî înkar dike û di heman demê de zirarê dide yekparebûna derûnî û hestyarî ya zarokan.
Nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê di zarokan de xwebaweriyê qels dike
Dema ku zarokek nikaribe bi zimanê ku li malê dibihîze biaxive, ew ne tenê zimanê xwe, lê di heman demê de berdewamiya hestyariya xwe jî winda dike. Dibistan êdî ne cihekî ku nasnameya wan piştrast dike ye, ew dibe cihekî xerîbiyê. Ev yek di zarok de hestek kûr a bêqîmetiyê diafirîne. Peyam eşkere ye: “Zimanê te, nasnameya te, li vir derbas nabe.” Ev peyam pêvajoya fêrbûnê têk dibe, xwebaweriyê qels dike û dibe sedema reaksiyonên hestyarî yên weke vekişîn (kapanma), fikar û hêrsê.
Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê mafekî pedagojîk e, ew şertek ji bo hebûna civakeke demokratîk e. Fêrbûna bi zimanê dayikê ne tenê dihêle ku zarok cîhanê çêtir fam bike, lê di heman demê de dihêle ku ew bi hestên xwe jî cîhana xwe ava bike. Ev azadiya fêrbûnê ye.
Bi taybetî binpêkirina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bandorek çawa li ser zarokan çêdike?
Bêparhiştina zarokên Kurd ya ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê kêmasiyeke pedagojîk e, ew destwerdaneke sîstematîk e ku nasnameyê hedef digire. Zimanê ku zarok pê tê dinê, têkiliya xwe ya hestiyarî ya yekemîn çêdike û fêrî xewnan dibe, li deriyê dibistanê weke nederbasdar tê ragihandin. Ev înkareke sîstematîk a nasnameyê ye. Peyameke wisa di cîhana hundirîn a zarok de dibe sedema hestên bêqîmetî û nebûna aîdiyetê.
Zarokên Kurd ne li ser fêrbûnê, li ser bilêvkirinê disekinin
Bandorên derûnnasî yên vê rewşê pirqatî an jî piralî ne. Zarokên Kurd di dibistanê de bi giranî li ser baştirkirina bilêvkirina xwe disekinin, ne li ser fêrbûnê. Ev tê vê wateyê ku ew neçar in ku li ser forma ziman bisekinin, ne li ser naveroka wê. Ev yek di zarok de rewşek domdar a xwekontrolkirinê diafirîne. Ji ber ku ew nikarin xwe bi awayekî jixweber îfade bikin, herikîna xwezayî ya di navbera raman û hestan de têk diçe. Di demek dirêj de ev dibe sedema nexweşiyên fikarê, xwebaweriya kêm, hestek kronîk a têkçûnê û vekişînê.
Pergal bi daneyên zanistî vederkirina zimanî rewa dike
Ev rewş ne tenê di asta hestyarî de, lê di heman demê de di asta înformatîk de jî encamên giran çêdike. Testên jîrbûnê yên ku li dibistan û navendên rêberiyê yên li Tirkiyeyê têne bikar anîn bi texmîna ku zimanê dayikê Tirkî ye hatine amadekirin. Zarokên Kurd dikarin bi awayekî sîstematîk di van testan de ji ber cûdahiyên zimanî û çandî weke xwedî “asta jîrbûnê ya nizm” werin ragihandin. Lêbelê, ev asta nizm astengiya zimanî dipîve, ne kêmasiyek înformatîk ya rastîn. Ev dibe sedema nirxandina nerast a profîlên pêşkeftina zarokan û dibe sedem ku hin zarok bi neheqî di kategoriyên perwerdehiya taybetî an perwerdehiya piştgiriyê de bên bicîhkirin. Bi vî rengî, pergal bi daneyên zanistî vederkirina zimanî (dilsel dışlama) rewa dike.
Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê meseleyeke yekparebûn manewî ye
Her zimanekî tepeserkirî di bîra kolektîf de qadeke şînê diafirîne. Ew şîn, di nifşên siberojê de bi şiklê nakokiya nasnameyê, hêrs û xerîbbûna civakî vedigere. Ji bo zarokên Kurd, dibistan ne cihekî fêrbûnê lê cihekî bişaftinê ye. Bi rastî, jibîrkirina zimanê zarokekî guhertoyek kurtkirî ya awayê wan ê têgihîştina cîhanê, kapasîteya wan a fikirîn û hîskirinê ye. Ji perspektîfa mafên mirovan ên zarokan ve, ev binpêkirineke eşkere ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê meseleyeke ziman e, ew meseleyeke yekparebûna manewî û rûmeta civakî ye.
Heke zarokên Kurd bi perwerdehiya zimanê xwe yê dayikê rabin, dê ji bo siberojê tesîrek çawa li ser wan bike?
Naskirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê reformeke pedagojîk e ji bo zarokên Kurd; ew başbûnek hebûnî ye. Ji ber ku, heta niha ev zarok neçar mane hîs bikin ku ziman û nasnameya wan di qada giştî de ne rewa ye. Perwerdehiya bi zimanê dayikê neynukeke civakî ye ku cara yekem vê hesta nasnameyê ya tepeserkirî piştrast dike û dibêje “zimanê te kamûsal e.” Bi saya vê neynukê, zarok dikarin cara yekem hem xwe û hem jî cîhanê bi awayekî hevgirtî bibînin. Di asta hestyarî de ev pêvajo vejîner e. Ew girêdanek nû ava dike. Ev girêdan bingeha hestek aîdiyetê, bawerî û saxlembûna derûnî ye. Zarokek ku dikare çîroka xwe bi zimanê xwe vebêje dikare trawmayên xwe jî veguherîne.
Perwerdehiya bi zimanê dayîkê bingeheke aştiyê ye
Di asta civakî de, perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji bingehên herî berbiçav ên aştiyê ne. Ew her wiha ji ber ku aştiya mayînde û hemwelatîbûna wekhev bêyî naskirina mafên ziman ne mimkûn e, yek ji gavên herî girîng di civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ya heyî de ye. Naskirina mafên ziman naskirina nasnameyê ye. Dema ku ev naskirin çêdibe, zarok dewletê ne wekî fîgurek zilmê, lê wekî qadeke giştî ku wan dihewîne dibîne. Bi vî awayî, perwerde ne qadeke bişaftinê, lê ya hevdîtin, nasîn û wekheviyê ye.
Aştiya civakî ne tenê bi rêya lihevkirina siyasî, lê di heman demê de bi rêya atmosferek hestiyarî ku tê de mirov hebûna hevdu nas dikin jî mimkun e. Lê înkarkirina zimanê dayikê ne tenê înkarkirina ziman e, lê di heman demê de înkarkirina naskirina hevdu ye jî.
Zarok bi fêrbûna zimanê dayikê nasnameya xwe piştrast dike
Ji bo zarokên Kurd, ev redkirina nasnameyê mîrateyek hestiyarî ye ku ji bo nifşan jî dom dike. Valahiya di navbera zimanê dewletê û dengê dayika wan de di zarok de valahiyek nasnameyê ya mayînde diafirîne. Perwerdehiya bi zimanê dayikê xwedî potansiyela başkirina vê şikestinê ye. Bi fêrbûna zimanê dayikê, zarokek hest, çîrok û nasnameya xwe jî piştrast dike. Ev pejirandin rê li ber başkirina trawmayên tepeserkirî yên nifşan û şûna hêrsê bi diyalogê vedike. Ji ber vê yekê, perwerdehiya bi zimanê dayikê sînorê herî kûr e ji bo başkirina hem takekesî û hem jî kolektîf.