Hunermenda ciwan Derya Kakeyî ku ji bajarê Kirmanşanê hate Amedê li ser rewşa hunera Kurdî axivî û destnîşan kir ku hunermend wekî pireke çandê ya di navbera raborî û siberojê de ne.
Derya Kakeyî ya 16 salî ku hem amûra tenbûrê dijenîne û hem jî stranbêj e, behsa sedemên hatina xwe ya Amedê kir. Derya Kakeyî ji bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew ji bo bernameya sersalê ya Stêrk TV di 29ê Kanûnê hatibû Amedê. Derya Kakeyî ji zarokatiya xwe ve ango ji 2 saliya xwe ve dest bi perwerdehiya muzîkê kiriye û ew di 9 saliya xwe de bi awayekî akademîk dest bi muzîkê dike. Derya Kakeyî ya ku ji bo bernameya sersalê hate Amedê ji Ajansa Welat re axivî.
Derya Kakeyî diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sîstema heyî û astengiyên siyasî,civakî, derfetên wan ên lidarxistina konser û bernameyan nîn in. Derya Kakeyî got: “Li Rojhilat pirsgirêk û astengiyên me zêde ne. Ji bo ku ez karibim xebatên xwe yên hunerî bi hêsanî û bi azadî bidomînim, min berê xwe da bajarê Amedê yê bedew.”
‘Em xwedî li çand û hunera xwe ya resen derkevin’
Derya Kakeyî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora modernîzmê ya li ser hunerê. Derya Kakeyî destnîşan kir ku di serdemeke ku muzîka ‘pop’ her tiştî di nava xwe de dihelîne, erka hunermendan e ku ziman, cilûberg û stranên “esîl” biparêzin û wiha got: “Di vê dinyayê de ku bêtir dinyayeke modern e û tiştên nû derdikevin, divê em resenatiya xwe hafiz bikin; divê em stranên xwe biparêzin, her wiha zimanê xwe, cilûbergên xwe û çanda xwe biparêzin û nehêlin ku winda bibin. Di vê dinyayê de ku resenatî cihê xwe dide dinyayeke modern û nû. Heta ew stranên ku bêtir folklorî ne û resenatiya wan zêde ye. Îro ez dibînim ku piraniya hunermendan di qada ‘pop’ê de kar dikin û ev dibe sedem ku piraniya resenatiyan ji nav biçin û nemînin. Em divê stranên ku em dizanin bi serê xwe xwedî resenatiyeke taybet in biparêzin, bêyî ku em wan biguherînin. Divê em bizanibin em ê vê mîratê çawa bigihînin nifşên paşerojê. Ji ber ku em pira peywendiyê ya di navbera raborî û paşerojê de ne, divê em van tiştan bi heman şêweyê resen hafiz bikin û bi heman awayî pêşkêşî nifşên nû bikin.”
Bandora mamosteyan a li ser Kakayî
Derya Kakeyî di pêşketina xwe ya hunerî de qala keda mamosteyên xwe kir û spasiya wan kir. Derya Kakeyî di warê amûra tenbûrê de bal kişand ser navên wekî Elî Ekber Muradî, Sasan Sûfî û Reza Xulamî û got ew hoste û mamosteyê wê ne. Derya Kakeyî her wiha di warê stranbêjiyê de jî diyar kir ku bi piştgirî û keda mamosteyên wekî Rizgar Mela Mehmûdî, Fuad Yarî û Mensûr Behrambegî gihîştiye vê astê û got: “Ez dixwazim mamosteyên xwe yên tenbûrê bibêjim: Mamoste Elî Ekber Muradî ye ku ez pir jê hez dikim, ew hunermendekî kamil e. ‘Mala Tenbûrê’ ya li Kirmanşanê jî ya wî ye ku di vî warî de kedeke mezin daye. Piştre Mamoste Sasan Sûfî û Mamoste Reza Xulamî mamosteyên min ên tenbûrê bûn. Ji bo stranbêjiyê jî: Mamoste Rizgar Mela Mehmûdî, Mamoste Fuad Yarî û Mamoste Mensûr Behrambegî mamosteyên min bûn. Wan kedeke pir mezin da ku ez bigihîjim vê astê. Min bi xwe dixwest bibim stranbêj û rêyeke rast hilbijêrim; wan jî pir hewl da û alîkariya min kirin ku ez bigihîjim vê qonaxê.”









