Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi seroktiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Di rojeva civînê de geşedanên di rojevê de û plansaziya Newrozê heye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya.
Hat zanîn ku di civînê de geşedanên di rojevê de, geşedanên li Rojhilata Navîn û şerê li Îranê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên siyasî li Tirkiyeyê û plansaziya ji bo Newrozê dê bên nîqaşkirin.













