Malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin xwestin biçin başûrê Kurdistanê. Lê şandeya malbatan 20 saetin li sînor tên rawestandin. DFGê diyar kir ku radestkirina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi awayekî keyfî tê astengkirin.
Şandeya ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li Rojavayê Kurdistanê hatibûn kuştin, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û MEBYA-DERê pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin xwestin di Deriyê Sînor ê Xêbûrê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Şande ji duh ve li Deriyê Xêbûr li beşa nokteya kontrolkirina pasaportan bi hinceta “Sîstem nîn e” tên sekinandin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHAyan hatin qetilkirin dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin lê li deriyê sînor hatî astengkirin, daxuyanî da. DFGê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal Xê daxuyanî da û got ku nedayina cenazeyan bi awayekî keyfî tê astengkirin.
‘Bi keyfî asteng dikin
DFGê wiha got: “Ji bo wergirtina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19ê Kanûnê de bi SÎHAyan hatin qetilkirin, şandeyeke ku endamên komeleya me jî di nav de xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û cenazeyan wergire. Şandeya ku malbat jî di nav de ne, ev 17 saetin li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê sekinandin. Teslîmkirina cenazeyan bi hincetên keyfî tê astengkirin. Bi nedayina cenazeyan re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Mafê her welateiyekî heye ku li gorî bawerî û çanda xwe were definkirin û mafê her welatiyên xizmên xwe windakirin ê şîngirtin heye. Divê şande tavilê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbas bibe, cenazeyên rojnamegeran wergire û cenaze bên definkirin.”