• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Silopiyayê civînên gel didomin

    Li Silopiyayê civînên gel didomin

    Wezîrê Fransayê Barrot û Mazlûm Evdî civiyan

    Wezîrê Fransayê Barrot û Mazlûm Evdî civiyan

    Leşkeran agir berda Çiyayê Cûdî

    Leşkeran agir berda Çiyayê Cûdî

    Ji helbesta Ocalan a ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji helbesta Ocalan a ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ava Amedê dê du caran zêde bibe

    Ava Amedê dê du caran zêde bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Li Silopiyayê civînên gel didomin

    Li Silopiyayê civînên gel didomin

    Wezîrê Fransayê Barrot û Mazlûm Evdî civiyan

    Wezîrê Fransayê Barrot û Mazlûm Evdî civiyan

    Leşkeran agir berda Çiyayê Cûdî

    Leşkeran agir berda Çiyayê Cûdî

    Ji helbesta Ocalan a ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji helbesta Ocalan a ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna Menal Akbal bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ava Amedê dê du caran zêde bibe

    Ava Amedê dê du caran zêde bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di 38 rojande zêdeyî 365 êrîşkar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan /AW

15 ÇILE 2025 - 12:23
Kategorî: ROJANE
A A
Li gorî daneyên ku Ajansa Nûçeyana Hawarê (ANHA) kom kirine, di 38 rojên şerê dawî yên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zêdeyî 365 êrîşkarên girêdayî MSO û komên din hatin kuştin. Li aliyê din di êrîşan de 81 sivîl hatin kuştin.  

Di 27ê mijdarê de piştî HTŞê li Helebê dest danî ser gundan û Helebê, komên çekdar ên wekî MSO, Ceyş El Vatanî, Artêşa Sultan Mûrad jî dest bi êrîşan kir. Êrîşên komên çeteyan ku xwe dispêrin Tirkiyeyê li dijî Şehba, Til Rifat, Minbic, Tişrîn, Kobanê û herêmên din zêde bûn. Di 38 rojên dawî de li aliyekî dewleta tirk bi SÎHA û ÎHAyan êrîşî binesaziyan û sivîlan dikin, li aliyekî din jî komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, li gelek hermêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, bi taybet li gundewarên Minbicê û derdora bendava Tişrînê, êrişên dijwar pêk tînin. Artêşa tirk û komên girêdayî wê çekên giran, balafirên şer ên bêmirov bi kar tînin. Li dijî van êrîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herêmê ji êrîşan diparêze û şerê giran heye.

Herî kêm 365 êrîşkar hatin kuştin

Li gorî amarên dawîn ên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) kom kirine, hejmara êrîşkarên ku hatine kuştin, gihaştiye 365an. Piraniya wan li rojavayê bendava Tirşrînê hatine kuştin. HSDê ragihand ku wan 3 balafirên bêmirov yên Bayraktar TB-2 li nêzî Pira Qereqozaqê û yeke bêmirov a Anka li gundewarên Til Temirê û yek jî ya Aksungur li gundewarên Dirbêsiyê xistine.

81 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan

HSDê ragihand ku heta 15 Çileyê di berxwedana dîrokî ya li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de, 81 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Di êrîşan de 2 rojnameger û 49 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Êrişên Tirkiyeyê de 2 komkujiyên cuda li navçeya Eyn Îsa û bi taybet gundên El Musterîha û Sifeyan ku di 8 û 10ê kanûna sala borî de pêk hatin, 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8ê Kanûnê de 3 endamên wan li Minbicê bi destê komên girêdayî Tirkiyeyê şehîd bûne.

Di 11ê kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke bitemen jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de ambulansa Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû şehîd bûn.

Di encama topbarana artêşa tirk a li ser gundê Ceada de 2 zarokan jiyana xwe jidest da. Di topbaraneke din de jî ku di 12ê kanûnê pêk hat, dayikek û zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Di 13ê kanûnê de çeteyên dewleta tirk xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê kuştin.

Nûçegihana ANHAyê Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19ê kanûnê de li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê de di êrişa balafireke bêmirov de şehîd bûn.

Di 27ê kanûnê de çeteyan êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrîn ê kantona Reqayê kirin û parêzvanê wê Mehmûd Muslim kuştin.

Di 31ê kanûnê de leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gundê Qeremox ê gundewarên rojhilatê Kobanê bi guleyan hedef girtin û di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nasan Seîd birîndar bû.

Di 8ê çile de dema karwanê sivîlan ji bo parastinê çû bendava Tişrînê, balafira SÎHA li dijî gel komkujiyek pêk anî û di encamê de 5 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser maleke li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê ya di 10ê çileyê de, ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 10ê çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser bejahiya Dêrikê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û sivîlek jî birîndar bûye.

Etîket: 365êrîşHelebHSDHTSMinbicMSDşersivîltişrîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

HPG: Êrîşên dewleta tirk berdewam dikin

HPG: Êrîşên dewleta tirk berdewam dikin

24 TÎRMEH 2025
Ciwan li pêş çavê dayikan kuştin

Ciwan li pêş çavê dayikan kuştin

20 TÎRMEH 2025
HSDê efûya giştî ragihand

Mezlûm Ebdî: Hawara xelkê Siwêdayê gihîşt me

16 TÎRMEH 2025
Hêrsa li dijî êrîşa ser Kurdî mezin dibe: Kurdî xeta me ya sor e

Hêrsa li dijî êrîşa ser Kurdî mezin dibe: Kurdî xeta me ya sor e

16 TÎRMEH 2025
Li Siwêdayê şer berdewam e

Li Siwêdayê şer berdewam e

16 TÎRMEH 2025
Li Zaxoyê bi dronan êrîşî bîrên petrolê kirin

Li Zaxoyê bi dronan êrîşî bîrên petrolê kirin

16 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (481)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne