Di civîna 19an a komîsyonê de li ser parvekirina girtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re krîzek derket.
Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora amadekirinê pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman. Civîna komîsyonê di rûniştina 2emîn de endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîse ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin berdewam kir.
Girtekên hevdîtinê nayên parvekirin
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş diyar kir ku girtekên hevdîtinê nayên parvekirin û got ku wan derbarê hevdîtinê de mijarên sereke hatine axaftin tomar kirine û şûna girtekan ew dê bên xwendin.
Li ser vê yekê partiyên siyasî jî îtîraz kirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî CHP û SAADETê îtîraz kir û xwestin bi awayekî şefaf girtekên hevdîtinê bên parvekirin. Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku parvenekirina girtekan ji bo pêşveçûna pêvajoyê pirsigirêkan derdixînê û xwest girtek bên parvekirin. Sarûhan Olûç pirsî got, ‘Ev kurte kê nivisiye, bi çi hişmendiyê nivisiye em nizanin û got ku weke endamên komîsyonê tiştekî ku divê ew bizanibin ji wan û raya giştî tê veşartin û ew vê yekê qebûl nakin.”













