Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşî Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê kir, 6 welatî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya ANHAyê komên çete bi dron û topan êrîşî bajarê Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê kir, di encamê de yek jê zarok 6 welatî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek welatî jî birîndar bûn.
Komên çete êrîşî derdora deriyê, derdora Nexweşxaneya Raid, nêzî firna Dêr Hafirê kir, bi wê re gelek zirar çêbûn.
Navên welatyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Selah Îd El Eyûb (25)
Usama Îd El Eyûb (16)
Ebdullah Ebdulqadir (15)
Melak Rakan El Cerab (12)
Mihemed Cerab El Tirîbî (30)
Cûma Ehmed El Cuma (20)













