Bîlançoya kuştiyên êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê ji destpêka şerê beriya hefteyekê ve derket 486 kesî û zêdetirî 1300 kes jî birîndar bûne.
Li gorî amarên nû yên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê de heta niha 486 kes hatine kuştin û zêdetirî 1300 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn ku bîlançoya êrişa îsraîlê ya ji 2ˊyê Adarê heta piştî danî nîvro ya îro (9 Adar) derket 486 kesî û 1313 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yekşemê ragihandibû ku 394 kes hatine kuştin.













