Êrişên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê didomin. Duh bişev û îro di saetên destpêka rojê de gelek cihên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bombebarankirin.
Derbarê mijarê de hêzên leşkerî yên Îsraîlê ragihand ku ew dê êrişên xwe yên esmanî yên bi ser sazî û dezgeyên nûkleerî, navendê pîşesazî yên rejîma Îranê de heta têk bibin bidomîne.
Di roja 28 û 29an yê şer de li dijî Kirmaşan, Loristan û Urmiyeyê êrişên giran pêk hatin.
Li Kirmaşanê herî kêm sê caran li nav bajêr û nêzîkî navenda Fermandariya Supaya Pasdaran êriş pêk hat. Alîkarê Parêzgarê Kirmaşanê Behram Suleymanî ragihand ku li taxa Çiyagilanê zêdetirî 10 xanî hatine rûxandin û di encamê de 6 kes hatine kuştin 56 kes jî birîndar bûne. Her wiha li gundê Karxaneyê yê Kengewerê jî 7 kes hatin kuştin. Li bajarê Urmiyeyê avahiyek û baregeha El-Mehdî ya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Li Loristanê jî navendeke ragihandinê ya radyoyî hate armanckirin ku bû sedema qutbûna peywendiyan li wê deverê.













