• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû

Riha / AW

20 KANÛN 2024 - 11:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Rojnameger Nazim Daştan ku di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de hate qetilkirin, ji Efrînê heta Reqa, Tebqa, Şengal, Dîlok û Şirnexê li gelek qadan gelek nûçe çêkir û di kadraja wî de her tim têkoşîna gelan hebû.

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19 Kanûnê de dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta tirk ve hat bombebarankirin û hatin qetilkirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûlah Acar bi nûçeya çêkirî, qala rojnamevaniya Nazim Daştan a di nava Çapemeniya Azad de kir.

Li gorî nûçeya MAyê rojnameger Nazim Daştan di 27ê Tebaxa sala 1992yan de li gundê Dibeglî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend, dibistana navîn li Giyadînê û dibistana amadehî jî li navenda Agiriyê xwend. Daştan, di sala 2011an de beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha Dîlokê qezenc kir. Dema Daştan xwendekarê zanîngehê bû Çapemeniya Azad nas kir û di sala 2012an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi nûçegihantiyê kir. Di demekî kin de hînî pîşeya rojnamegeriyê bû û heta roja me jî dev ji Çapemeniya Azad berneda û îmzeya xwe li bin gelek nûçeyan da. Di sala 2014’an bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê re hate ser sînor. Kêliyên ku leşkerên dewleta tirk û DAIŞiyan li noqteya leşkerî ya li gundê Tilwerdanê yê Pirsûsê sihbet bi DAIŞ’iyan re dikir û diçûn destên hev kişand.

‘Em ê pênûsa xwe fedayî gel bikin’

Piştre jî derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê bû ku qedexeya derketina kolanan li wir hatibû ragihandin. Daştan, bi nûçeyên xwe binpêkirinên li vir yek bi yek vegot û kişand. Di sala 2016an dema xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomand, li Dîlokê hate binçavkirin. Daştan, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. 5 mehan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Daştan, li ber deriyê girtîgehê anî ziman ku ew generalên Apê Mûsa ne û ev tişt anî ziman: “Em ê pênûsa xwe bêhtir fedayî gel bikin, em ê hîn bêhtir têkoşîna gel bixin kadraja xwe.”

Qada şer şopand û rastiya li wir bi hemû cîhanê re parve kir

Piştî rizgarkirina Kobanê, Daştan ji bo kişandina texrîbata DAIŞê rê li ber vekirî, ji Pirsûsê derbasî Kobanê bû. Di sala 2016an de dema xebatên xwe yên pîşeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand, di dema rizgarkirina Şengalê de çû Şengalê û dema Reqa hatî rizgarkirin li Reqayê, dema êrişên ser Efrînê hatin destpêkirin li Efrînê û di dema êrişên ser Girê Spî de jî li Girê Spî bû.

Rojnameger Daştan di 5ê Nîsana sala 2017an de dema operasyona Tebqayê dişopand, bû hedefa DAIŞiyan. Di êrişê de Daştan birîndar bû û piştî tedawiya wî temam bûyî jî dîsa ji bo şopandina geşedanan vegeriya qadê. Daştan, êrişên DAIŞê yên di 20ê Çileya 2022yan ên li dijî Girtîgeha Sina ya Hesekê şopand û rastiya li wir bi hemû cîhanê re parve kir.

Ji ber wêneyê li Efrînê kişandibû xelat wergirt

Daştan, dema xebatên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand, di beşa wêneyan a Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad de Xelata Juriyê ya Taybet wergirt. Wêneyê Daştan ê têkildarî malbateke ku di bombebarana li ser Efrînê de birîndar bûbû, hêjayî xelatê hatibû dîtin.

Bi belgefîlmê kişandî şahidiya jinên Ezidî vegot

Her wiha Daştan li Şengalê jî 73 belgefîlmên kurt ên şahidiya jinên ji komkujiya DAIŞê rizgar bûbûn vedigot, çêkir. Di belgefîlman de jinan şahidiya xwe vedigot û Daştan bal kişandibû ser baweriya êzdatiyê. Fîlm, di mîhrîcanên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan.

Daştan, herî dawî jî geşedanên piştî hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salî li Sûriyeyê diqewimîn bi raya giştî ya cîhanê re parve dikir. Piştî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê, berê xwe da Til Rifetê û piştre jî çû Minbicê. Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan biryar da ku bajar vala bike û li ser vê yekê Daştan derbasî herêma Qereqozaqê bû. Daştan, bi rojan geşedanên li vir dişopand û rastiyên li wir bi raya giştî re parve kir. Daştan, duh dema ji Qereqozaqê derbasî herêma Bendava Tişrînê dibû, li nêzî bajarokê Sirrînê di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan de hate qetilkirin. Daştan, tevî nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin. Di êrişê de ajokarê wesayîtê jî birîndar bû.

 

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêCîhan Bîlginêrişên dewleta tirkNazim DaştanRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

25 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne