Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li taxa Denîzlî ya Seyhanê agirê Newrozê pêxist û azadiya Abdullah Ocalan xwest.
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê duyemîn agirê Newrozê yê bajêr li bazara taxa Denîzliyê ya navçeya Seyhanê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” pêxist. Berî ku agir were pêxistin, bi sedan kes li qadê kom bûn û bi deqeyan li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmeyên wekî “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Hevserokên DEM Partiyê yên Seyhanê Kismet Kaya û Sabahattin Okuducu banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ku di 22yê Adarê de li Şanoya Vekirî ya Mimar Sinan a bajêr were lidarxistin kirin û gotin, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan biqîrin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemir diyar kir ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û daxwaza bicîhanîna “mafê hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Wekî her sal, em ê îsal jî li Mîmar Sînanê li dora agirê Newrozê bên cem hev. Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin. Heta ku rêberê me azad nebe em jî azad nabin.”
Piştî axaftinan, girseyê li ber stranên Newrozê govend gerandin.













