• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di operasyona duyemîn de Huseyîn Ûgûrlû winda kirin

Bazid Evren / AW

5 COTMEH 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mûş – Li bajaroka Vartinîsê di sala 1993yan de du caran leşker bi ser gund de digirin û zilmê li gundiyan dikin. Di operasyona ewilî de mala malbata Ogut ku dayik, bav û 7 zarokên wan di mal de bûn, hat şewitandin û di operasyona duyemîn de jî gundiyê bi navê Huseyîn Ûgûrlû di binçavan de winda dikin.

Li herêma çiyayî ya bajaroka Vartinîs ya girêdayî navçeya Têlî ya Mûşê di 2yê cotmeha sala 1993an de di navbera gerîlayên PKKê û leşkeran de şer derdikeve. Di şer de binefserek jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrxasê Bulent Karaoglû, dema ku bi cenazeyê binefser re di nav Vartinîsê re derbas dibe, ji wesayîta xwe peya dibe û dibêje, “Ez ê îşev vî gundî bişewitînim, ez ê gund bi ser we de hilweşînim” û guleyan berî hewayê dide û diçe. Bersibeya 3yê cotmehê de leşker bi ser gund de digirin û malbata Mehmet Nasir Ogut (43) û Eşref Ogut (43) û zarokên wan Sevîm Ogut (13), Sevda Ogut (12), Mehmet Şakir Ogut (11), Mehmet Şîrîn Ogut (8), Aycan Ogut (5), Cîhan Ogut (4) û Cînar Ogut (3) dişewitînin. Her wiha dayik Eşref Ogut di dema bûyerê de dûcanî bûye.

Tiştên ku li Vartinîs diqewimin tenê qetilkirina vê malbatê nîne. Di 10ê cotmehê de ankû hefteyek paş ve leşker careke din bi ser Vartinîs de digire û zilamên gund tevan li baxçeyê şaredariyê kom dike. Di vê operasyonê de gundiyan tazî dikin û îşkenceyê li wan dikin. Piştre nêzî 20 gundiyan binçav dikin û wan dibin qerekola Mûşê. Li vir gundiyê bi navê Huseyîn Ûgûrlû ji gundiyên din vediqetînin û careke din agahî ji Ûgûrlû nayê girtin. Malbata Ûgûrlû gelek caran serî li saziyên rayedaran didin, lê belê ti encaman bi dest naxin.

Nîvê şevê bi ser gund de digirin

Kurê Huseyîn Ûgûrlû, Veysel Ûgûrlû ku şahidê wan rojan e, behsa operasyonên wê demê kir. Veysel Ûgûrlû, diyar kir ku di 3yê cotmeha 1993an de 3 gerîlayên PKKê ku yek ji wan birîndar bû çûne binê çiya yê Vartinîs. Veysel Ûgûrlû, anî ziman ku yek giliyê dike û leşker bi ser gund de digirin. Veysel Ûgûrlû, da zanîn ku leşker rasterast çûn cihê ku gerîla lê bûn û wiha behsa wan rojan kir: “Diyar bû ku kesê gilî kirî, cihê wan tam ji leşkeran re gotibû. Leşkerên rasterast derbasî cihê konûtan bûn, bi gerîlayên PKKê re ketin pêvçûnê. Di pêvçûnê de 2 gerîla jiyana xwe ji det didin û Fermandarê Qerekola Marnîkê jî tê kuştin. Gerîlayê duyemîn çawa dibe nizanim lê xelas dibe. Dû re leşker gund didin ber guleyan. Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrxasê Bulent Karaoglû, got ‘ez ê îşev vî gundî bişewitînim’ û diçe. Saet di 3yê şevê de derdorê gund girtin û nehiştin ti kes ji malên xwe derbikeve. Leşkeran mala Nasir Ogut hat şewitandin û ew, hevjîna xwe û 7 zarokên xwe hatin şewitandin.”

Ji ber aqûbeta bavê xwe pirsîne gef li wan hatiye xwarin

Veysel Ûgûrlû, destnîşan kir ku di 10ê cotmehê de careke din bi ser gund de girtin. Veysel Ûgûrlû, da zanîn ku piştî operasyona 3yê cotmehê bavê wî Huseyîn Ûgûrlû zarokên xwe ji ber ewlehiyê ji gund derdixîne, lewma ew di operasyona 10ê cotmehê de li gund nebûye. Veysel Ûgûrlû, bi lêv kir ku di operasyona 10ê cotmehê de tevî bavê wî Huseyîn Ûgûrlû zilamên gund li ber şaredariyê kom dikin û wiha berdewam kir: “Li vir îşkence kirin û gundî tazî kirin. Piştre bi wî halî tazî bavê min tevî 20 gundiyan li otobûsê siwar dikin û dibin alayê. Li alayê bavê min ji gundiyên din vediqetînin û ji wê rojê vir ve careke din me agahî ji bavê xwe negirt. Me serî li rayedar û saziyan da, malbata min li ber valîlîkê çalakî kirin, lê encam negirt. Gelek caran gef li birayên min dixwarin û digotin ‘bes e, êdî vê mijarê nekole, heke wê aqûbeta we jî weke ya bavê we be’. Lê dîsa jî me des ji têkoşîna xwe berneda.”

Cenazeyê Huseyîn Ûgûrlû jî nehatiye dîtin

Veysel Ûgûrlû, da zanîn ku vê pergalê em 10 bira hiştin sêwî û wiha pê de çû: “Ev yek tenê li me nehatiye kirin, ev zilm li ser gelê me tevê heye. Me cenazeyê bavê xwe jî nedît. Me du sê caran testa DNAyê jî da, lê ti encam me negirt. Em dibêjin ya ‘faîlî meçhûl (kiryar nediyar)’ lê belê kiryar diyar e. Tu li Mûşê Vartinîsê ji kê bipirsî dê bibêjin ku dewletê Mela Huseyîn li nava cih de derxist û bir. Gelek caran behsa hesasiyeta Tirkan dikin, ma hesesiyeta malbata min jî nîne. Em niha behsa aştiyekê dikin, gelo wê cenazeyê bavê min bidin me.”

‘Divê em destê rêberê xwe xurt bikin’

Veysel Ûgûrlû, behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke gel û siyasetmedar divê di vê pêvajoyê de destê rêberê xwe xurt bikin. Ji Osmaniyan heta niha lîstikên gelek mezin hene li ser gelê Kurd. Ji ber vê yekê baweriya gel bi dewletê nayê, dibêjin ‘wê dîsa me bixapîne’. Gelek caran Kurd hatine xapandin, lê belê gelê Kurd ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Em dibêjin aştî, lê di komîsyonê de nehiştin dayikên me Kurdî biaxivin. Ev pêkanînên dewletê, baweriya gel lawaz dike. Ji bo xurtkirina destê rêberê xwe divê em gelek baş bixebirin, lê belê em weke siyaset erka xwe pêk nayînin. Em ketine pey tiştên erzan. Ji bo serketina vê pêvajoyê divê em çi ji destê me bê, bikin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

7 ADAR 2026
Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

7 ADAR 2026
Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

7 ADAR 2026
Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

7 ADAR 2026
‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

7 ADAR 2026
Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (265)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne