Li ser rêya navbera Hesekê û Şedadê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di qezaya trafîkê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, di qezayê de tankereke sotemeniyê û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn. Li gorî çavkaniyên xwecihî, qeza li nêzî Xaçerêya Panorama ya li taxa Xiwêranê ya bajarê Hesekê qewimî.Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê şandin herêma qezayê. Li gorî agahiyên destpêkê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Fikar heye ku bîlanço hîn giran bibe.