• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê de bombebarana balefiran û avêtina moşekan didome

Navenda Nûçeyan / AW

9 ADAR 2026 - 12:30
Kategorî: CÎHAN
A A
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê ligel êrişên dualî bi pêşketinên nû berdewam dike. Îranê duh li şûna Elî Xemaneyî kurê wî Mocteba Xemaney hilbijart û banga berxwedanê da. Îsraîlê û DYAyê diyar kirin ku qada hewayî ya Îranê kontrol dikin û dê di qonaxa şer a duyemîn de şer gurtir bikin. Di vê navberê de 3 keştiyên Îranê ji ber bomberanê reviyan Hindistanê.

Şerê di navbera Îsraîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de ketiye roja xwe ya 10an. Duh û îro jî bombebarana balefiran û avêtina moşekan li Îran û hin herêmên Rojhilata Navîn berdewam kir.
Her wiha wekî lingek şerê li Îranê, li Libnanê jî bombebaran û pevçûn diqewimin. Hate ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî dê li ser rewşa Libnanê civîneke awarte pêk bîne. Pêşketinên ji duh heta niha nîşan didin ku çarçoveya şer di qonaxa duyemîn de berfireh dibe.

Îsraîlê li dijî Îran û Hizbûllahê êrişên nû pêk anîn

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên hewayî êrîşên nû li dijî hind tesîsên avêtina peykên Îranê pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev tesîs dikarin bû ku di pêşxistina bernameya nûkleerî ya Îranê de werin bikaranîn. Li gorî heman daxuyaniyê, hêzên hewayî yên Îsraîlê îro serê sibehê jî êrîşî binesaziyên Hizbûllahê yên li Beyrûtê û hin hedefên cuda yên li Îranê kirine.

‘Li Otêla Ramada 5 berpirsên Hizbûllahê hatin kuştin’

Hat diyarkirin ku ev êrîş piştî avêtina pêlên moşekan ên Îranê pêk hatiye. Her wiha artêşa Îsraîlê duh ragihand ku di êrîşeke li ser Otela Ramada ya li Beyrûtê de pênc berpirsên payebilind yên ku di navbera Hizbûllah û Hêzên Qudsê yên girêdayî Îranê de têkilî danîn, hatine kuştin.

Hedefên nû yên artêşa Îranê hedef hatin girtin

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di êrîşên îro yên li ser Îranê de jî gelek navendên moşekavêjan, baregehên Pastarên Şoreşa Îslamî, baregehên hêzên ewlekariya navxweyî li Îsfahanê û hin navendên polis û milîsên Basîc bûne hedef bomberana Îsraîlê.

Keştiyên Îranê reviyan Hindistanê

Li gorî agahiyên ajansa Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar îro di daxuyaniyekê de got ku Îranê ji bo sê keştiyên xwe daxwaza destûrê kiribû ku li benderên Hindistanê lengerê biavêjin. Jaishankar diyar kir ku ev destûr hate dayîn û keştiyên Îranê niha li hin benderên Hindistanê lenger berdane avê.

Li Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte ji bo Libnanê

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dê vê hefteyê li ser rewşa li Libnanê civîneke awarte were lidarxistin. Hate diyarkirin ku ev civîn li ser daxwaza Fransayê û bi piştgiriya hin welatên endamên Yekîtiya Ewropayê tê lidarxistin.

‘Bila Libnan Hizbûllahê bêçek bike’

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon jî di daxuyaniyekê de got ku civînên din ên Encûmena Ewlekariyê an jî serdanên Sekreterê Giştî yê NYyê dê rastiya li ser erdê neguherînin. Danon xwest ku hikûmeta Libnanê Hizbûllah bêçek bike û Biryarnameya 1701an a Encûmena Ewlekariyê bi cih bîne û wiha got: “Eger Lubnan vê yekê neke, Îsraîl dê ji bo parastina welatiyên xwe Hizbûllah ji holê rake.”

Pezeşkiyan ji Azerbaycanê lêborîn xwest

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan duh îdiayên ku dronan ji Îranê ve êrîş li herêma otonom ya Naxçevanê ya Azerbaycanê kirine red kir. Pezeşkiyan got ku dê li ser vê mijarê lêkolîneke fermî were kirin. Ev daxuyanî di demeke ku aloziya navbera Îran û Azerbaycanê de zêde bûye hat dayîn.

Mojteba Xameneyî bû Rêberê Bilind ê nû yê Îranê

Meclîsa Pisporan ya Îranê ragihand ku Mocteba Xameneyî wekî Rêberê Bilind ê nû yê welêt hat hilbijartin. Hat ragihandin ku bavê wî Elî Xameneyî di 28ê Sibatê de di êrîşeke asmanî ya Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin. Mocteba Huseynî Xameneyî di 8ê Îlona 1969an de li Meşhedê ji dayik bûye. Ew kurê duyemîn ê Rêberê Bilind ê berê Elî Xameneyî ye. Piştî damezrandina Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979an de, ew di hawîrdorek olî û siyasî de mezin bû. Perwerdehiya xwe ya destpêkê li Tehranê girt û di sala 1999an de çû Qumê da ku li medreseyê xwendina olî bidomîne. Li wir zanistên Îslamî xwend.

Di ciwaniya xwe de jî wekî endamê hêzên Besîc beşdarî Şerê Îran–Îraqê bû.

 

 

 

 

Etîket: AmerîkaÎsraîlRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

9 ADAR 2026
Şahram Far hate tunekirin: Li vir îşkence li Ferzad Kemanger hatibû kirin 

Şahram Far hate tunekirin: Li vir îşkence li Ferzad Kemanger hatibû kirin 

9 ADAR 2026
Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir HATE NÛKIRIN

Şerê Îsraîl û Îranê: Navê 11 Kurdên hatine qetilkirin diyar bû

9 ADAR 2026
Erebistana Siûdî hişyarî da Îranê

Erebistana Siûdî hişyarî da Îranê

9 ADAR 2026
Îstatîstîkên êrişên Îranê: Roj bi roj çiqas drone û moşek avêtin?

Îstatîstîkên êrişên Îranê: Roj bi roj çiqas drone û moşek avêtin?

8 ADAR 2026
Îsraîl: Li Tehranê berpirsê leşkerî yê nêzî Xamaneyî hate kuştin

Îsraîl: Li Tehranê berpirsê leşkerî yê nêzî Xamaneyî hate kuştin

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (360)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne