Fermandarên HSDê ji bo mijara entegrasyona leşkerî çûn Şamê û dest bi hevdîtinan kirin.
Fermandarên HSDê ji bo mijara entegrasyona leşkerî bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re nîqaş bikin çûn Şamê. Çavkaniyê leşkerî ya Hêza Suriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku şandeyeke HSDê çû Şamê ku hevdîtinan pêk bînin. Di vê serdanê de mijara entegrasyona leşkerî bi hikumeta demkî re pêk bê.
Şandeya Leşkerî ya herî bilind
Li gorî agahiyan, şande ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî ya HSDê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk tê. Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku şande di van kêliyan de entegrasyona leşkerî bi berpirsên hikumeta veguhêz re nîqaş dike. Hate diyarkirin ku ji fermandarên operasyona ‘Inherent Resolve’ (Biryardariya Navxweyî) Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.
HSDê di 29ê Kanûna 2025an de ragihandibû ku serdana şandeyê ya li Şamê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatiye taloqkirin û diyar kiribû ku dê di demeke pêş de ev diyalok dê bê berdewamkirin. Em ê geşedanê ku pêş bikevin bi we xwîneran re per ve bikin.













