Şaredariyên DEM Partiyê yên du salên piştî pêvajoya qeyiman hatine ser erkê, di gelek mijarên ku weke armancên xwe yên stratejîk ên ekolojiyê de diyar kiribûn gav neavêtin. Gelek şaredarî “Şaredarvaniya Ekolojî” tenê bi çandina daran û şînkirina qadên di nava bajêr ve sînordar man.
Ajansa Mezopotamayayê ser xebatên gelek şaredariyên DEM Partiyê yê ev 2 sal ser şaredarvaniya ekolojiyê nûçeyek parve kir. Li gorî vê nûçeyê tevî ku DEM Partiyê di bernameya xwe de li ser şaredarvaniya ekolojiyê gelek mijar diyar kiribû û ji bo pêk bîne dabû li pêşiya xwe, pêk neaniye. Ya ku bi giranî hatiye kirin çandina daran, şînkirina qadên di nava bajêr û berhevkirina bermaniyan e.
Polîtîkayên Şaredarvaniyê
DEM Partiyê di danezana xwe ya 31ê Adara 2024an de ragihandibû de diyar kiribû dê şaredarvanyeke li gorî feraseta ekolojiyê li pêş bixe û bernameyeke wiha li pêş xistibû:
“* Dê li dijî sazî û fabrîkayên av û çeman diherimînin têkoşîn were dayîn.
* Dê Nexwşerêya Ziwabûna Avhewayê ya herêman were amadekirin.
* Ji bo bajarên ekolojîk were avakirin dê sotemeniyên binerd werin sînorkirin û dawîkirin.
* Li dijî çanda îsrafê dê ji bo çanda parastinê were avakirin kampanya werin lidarxistin.
* Veguheztina li bajar dê erzan, ewle û tendurist be
* Ji bo peyayan dê rêyên tendurist û ekolojîk bên çêkirin
* Ji bo trafîka bajêr sivik bike dê pergala tramvayê were avakirin
* Dê ji qadên ku ekolojiyê xera dikin ruxsat neyê dayîni, li cihê ku daristan lê hatine şewitandin ruxsata avabûnê neyê dayîn
* Dê li bajêr “herêmên ekolojîk” ên wesayîtên bimotor nikarin bikevinê werin avakirin.”
Şaredarî bi çandina daran û şînkirinê sînordar man
Li şaredariyên Farqîn, Erxenî, Karaz, Pasûr, Licê, Bajarê Nû, Misirc, Artuklu, Cizîr, Kerboran, Dêrik, Gundikê Melê, Nisêbîn, Pirxûs, Gimgim, Ebex, Serav, Westan, Şax, Erdîş, Payizava, Milazgîr, Curnê Reş, Hewag, Pirsûs, Bulamê xebatên ekolojiyê bi çandina daran û şînkirina qadên di nava bajêr ve sînordar man.
Şaredariyên Şemrex, Wêranşar, Dîgorx Qers/Bazarcix, Qereyazî Mûş/Altınova, (Bajarok) Mûş/Elmakaya (Bajarok), Qereçoban û Tekmanê pirsên ji bo xebatên ekolojiye hatine kirin, bêbersiv hiştin.
Şaredariyên derbarê xebatên xwe yên ekolojiye de agahî dane wiha ne:
“Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Ji bo bermahî bên bikaranîn xebat tê meşandin, ji bo rûnê bermayî xebat hat destpêkirin, atolyeyên “navê, paş vegerîne” tê lidarxistin. Di Dibistana Agroekokojiyê ya Avhewahayê de çareseriyên ekolojîk hatin nîqaşkirin. Tovên herêmî tên komkirin û qeyda wan tê girtin. Li dijî çanda xerckirinê xebatên hestiyariyê hatin lidarxistin. Ji bo avdanê darên ku kêm avê dixwazin hatin hilbijartin û kêm av hat xerckirin.
Milazgir: Ji bo ava vexwarinê û xerckirian ceyranê kampanya hene. Projeya GESê tê meşandin.
Peyas: Ji bo cotkar bikar bînin xebata tovên baş ên nexweşiyê nahewînin tê meşandin.
Rezan: Ji bo avdanê darên kêm avê dixwazin hatin hilbijartin, derbarê mijarên hawirdor û xwezayê de xebatên agahdarkirinê tên lidarxistin.
Bismil: Ji bo qadên şînkahî lê pergalên kêm avê xerc dikin hatin hilbijartin.
Xana Axpar: Xebatên ji hev veqetîna bermahiyan tê lidarxistin.
Erxenî: Xebatên ji bo parastina avê hatin lidarxistin.
Pasûr: Tevlîbûna daxuyaniyên li dijî HES GESê hat lidarxistin.
Sur: Ji bo hestiyariya paqijiya hawîrdorê xebat hat kirin, ji bo bermahî werin komkirin û ji hev werin veqetandin xebata vegerandinê tê kirin.
Bajarê Nû: Ji bo bikaranîna avê kêm bibe xebat tê meşandin.
Mûş: Xebata vegerandina bermahiyan tê li darxistin.
Tetwan: Di Behra Wanê de paqijiya 50 hezar metrekup herîyê hat kirin. Di her hefteya mehên havînê de rojên şemiyê bi xebatkarên şaredariyê re paqijiya bermahiyan hat kirin.
Rêya Armûşê: Xebatên vegerandina bermaniyan tê kirin.
Tuşba: Xebatên vegerandina bermaniyan tê kirin. Li çemê ku masiya Wanê xerzê xwe datîne paqijî hat kirin.
Artemêt: Bi boneya “Krîza Avhewa û Hestiyariyê” komxebat hatin kirin. Ji bo bermahî ji Behra Wanê re neyên avêtin xebatan agahdarkirinê hat destpêkirin. Ji bo ji Qanala Avê ya Şamran avdanî were kirin raye dewrî DSÎyê hat kirin.
Elbak: Ji bo kaniyên avê yên hatine qirêjkirin xebat hene.
Bêgirî: Projeya bermahî bên bidawîkirin berdewam dike, golên avdaniyê tên avakirin.
Şax: Li zozanan lavabo hatin çêkirin. Li qadên park re cihê rûniştinê hat çêkirin, qadên bi bermahiyan hatibûn herimandin hatin paqijkirin.
Serêkaniyê: Xebata bermahiyan tê kirin.”
Divê xebata ekolojiyê were berfirehkirin
Berdevka Komîsyona Ekolojî, Çandinî û Mafê Sewalan a DEM Partiyê Melîs Tantan bal kişand ser polîtîkayên bêmirov hiştinê yên ji salên 1990an ber bi roja îro ve û wiha got: “Mixabin bi kanên madenan herêmên daristan kêm dibin; av, hewa ax qirêj dibe. Divê li bajaran ji bo jiyaneke tendurist, ekolojîk xebat werin pêşxistin.
‘2 Belgename dê bên amadekirin’
Di berdewama axaftina xwe de Melîs Tantan da zanîn ku ew ê piştî Newroza li Amed û Wanê du civînan li dar bixin, nexşerêyekê amade bikin û wiha got: “Em ê Belgenameya Polîtîkaya Avhewayê û Belgenameya Polîtîkaya Enerjiyê ragihînin. Ji bo tiştên me biryar girtine pêk bînin em ê bi hev re bixebitin. Em ê hewl bidin ku di maha Mijdarê de encamên vê xebatê derxin pêş.
‘Têkoşîneke bibandor nayê dayîn’
Serokê Komîsyona Hiqûqa Hawîrdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan bal kişand ser lewaziya parastina hawîrdorê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: Projeyên madenê bi çavbirçîbûneke ku çav berdaye malên welatiyan tên meşandin. Cihê ku herî zêde maden jê tê derxistin Afrîka ye lê belê xela jî, bêceyran mayîn jî, bêedaletiya aborî jî, bêavmayîn jÎ herî zêde li wê derê ye. Mixabin têkoşîneke ji bo parastina hawîrdor ya bibandor nayê meşandin.
‘Çareserî başkirina çolteran e’
Ahmet Înan bal kişand ser sedemên xerabûna hevsengiya avhewayê û ev tişt gotin: “Li cihê ku gund ber bi bajêr ve koç bikin pirsgirêkên trafikê, kêmbûna xurekan, avê derdikevin holê. Heke herêmên çolter bi tendurist bin dê ev pirsgirêk ji holê rabin. Kanên madene, petrolê avê qirêj dikin. Lewma divê ji bo parastina ava bajêr rêveberiyên herêmî xwedî berpirsyarî ne. Divê ji bo projeyên bi vî rengî têkoşîneke qanûnî were birêxistinkirin.













