Rewşenbîr û nivîskarên ku banga çareseriya pirsgirêka kurd kirin diyar kirin ku aştî ferz e û xwestin her kes li vî welatî aştî û aramiyê pêş bixin. Nivîskaran destnîşan kirin ku hikûmet dibêje aştî, lê qeyûm tayîn dikin.
Komek rewşenbîr û nivîskar ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Otela Hill a Taksîmê ya Stenbolê civiyan. Di civînê de daxuyaniya hevpar dan. Zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay di civînê de axivî û wiha got: “Rewşa ku em tê de ne, nûbûnê derdixe holê. Cara ewil me li welatê xwe ji siyasetmederan bihîst ku ger aştî li welat nebe li cîhanê jî pêk nayê. Her kesê ku dibêje aştî divê li ber çavan bê girtin.
Nivîskar Murathan Mungan jî wiha axivî: “Hefteya borî min serdana şaredariyên ku qeyûm li Mêrdîn û Êlihê hatine tayînkirin, kir. Pêwîste pirsgirêka kurd di çarçoveyeke navneteweyî de, bêyî hevgirtineke teng bê nîqaşkirin. Dinya ne dinyaya kevin e, argumanên kevin kêr nayên. Bi perspektîfeke çînayetî û neteweyî, em dikarin çareseriyekê ji herêmê re bibînin.”
Nivîskar Ayşegul Devecioglu jî got: “Hikûmet dibêje ‘aştî’, qeyûm tayîn dike û operasyonan pêk tîne. Ev kirin pir eşkere ne, lê bûyîna temaşevan ne li gorî aştî û demokrasiyê ye. Ez bang li her kesê ku aştî û demokrasiyê dixwaze, dikim vî welatî ji her kesî hêvî dikim.”
Siyasetmedar û nivîskar Baskin Oran wiha got: “Ger ev hikûmet ji holê rabe jî, heta ku hişmendiya siyasî ya ku pirsgirêka kurd çareser bike dernekeve, wê hikûmeteke din bibe sedema pirsgirêkan. Çareserkirina pirsgirêka kurd wê rê bide demokratîkbûna ne tenê Tirkiyeyê, herêmê jî.”
Nivîskar û rojnameger Oya Baydar jî wiha axivî: “Pêdiviya me bi derbaskirina zîhniyeta asîmîlasyonê heye. Ji bo berfirehkirina eniya aştî û çareseriyê yekane şertê derbaskirina vê zîhniyetê ye. Me heta niha bi ser neketiye, divê ji niha û pê ve rêyên derbaskirina vê yekê bibînin. hewl bidin ku avahiyek nû ya ku beşên cuda dihewîne ava bikin.”
Siyasetmedar Nurten Ertugrul got: “Aştî ne hewcedarî ye, mecbûriyet e. Ev mesele ne meseleyeke 22 salan e. Ger em ji avabûna komarê û vir ve lê binêrin, komarê bi paşguhkirina cudahiyan sîstemek ava kiriye. Ev pirsgirêk êdî ji pirsgirêka partiyan derbas bûye.”
Siyasetmedar Fîlîz Kerestecîoglû got: “Divê em têkoşînê mezin bikin. Ji kerema xwe alîkariya me bikin; em dikarin li vî welatî bi aştî û aramiyê bijîn.”