Nivîskar û nûnerên rêxistinên sivîl diyar kirin ku êrişên li ser Rojava bi tundî şermezar dikin û gotin: “Êrişên li ser Rojava nayê qebûlkirin. Divê wan kesên ku sûc kirin e di dadgehên navnetteweyî de bên darizandin.”
Meclîsa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê civîna xwe ya asayî ya 2yemîn pêk anî. Di civînê de mafê ziman hate axaftin û ji bo ku ziman pêş bikeve dê xebat bên kirin. Beşdarên civînê têkildarî êriş û plana têkbirina destkeftiyên Rojava ji ajansa me re axivîn.
Serokê Tevgera Aştiya Navxweyî ya Bakurê Kurdistanê Ahmed Kanî, Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul û endamê Meclîsa Ziman Denîz Gunduz ku beşdarî civînê bûn nerazîbûn nîşanî êriş û hewldana plana têkbirina Rojava dan û gotin Kurd wê vê yekê qebûl nekin.
‘Ev karê qirêj di pêşengiya dewleta dagirker tê kirin’
Serokê Tevgera Aştiya Navxweyî ya li Bakurê Kurdistanê Ahmed Kanî destnîşan kir ku ji bo êrişên li ser Rojava bên sekinandin ji Neteweyên Yekbûyî re name şandine û got: “Li ser wan tawanên li Helebê, yanî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê; li ser wê me xwest ku yên sûc kirine di dadgeha navneteweyî de bên darizandin. Yanî ew tawanên ku kirine; hûn dizanin dilê mirovan derxistin, mirov ji qatên bilind avêtin xwarê, gelek karên qirêj kirin. Li ser vê yekê, me ji bo Dadgeha Navneteweyî ya Mafên Mirovan, bi navê Bizava Aştiya Navxweyî doz vekir. Ev plansaziya dewletên dagirker wek Tirkiyeyê ye, wan wisa kir. Heta ez dikarim bibêjim ‘Peymana 1ê Nîsanê’ hate qebûlkirin. Lê paşê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê gazî nûnerên hikûmeta Şamê kir, wan paş ve kişandin û gotin ‘nekin’ û bi rastî jî ev karê qirêj, bi pêşengiya dewletên dagirker tê kirin.”

‘Divê ew bên darizandin’
Ahmed Kanî anî ziman ku ji bo ku ew sûcên hatin kirin ji cîhanê re bên îspatkirin û divê ew kesên sûcên giran kirin bên darizandin û cezakirin.
‘Tenê ne çete hêzên derve jî komkujiyan dikin’
Serokê Komeleya Farqîniyan Cemal Dogrul jî diyar kir ku her kesê ku ji xwe re bibêje ‘ez Kurd im’ û di nava dilê wan de ew Kurdayetî û hezkirina Kurd û Kurdistanê hebe, divê van tiştên ku li Rojava bi serê Kurdan de hatin qewimandin qebûl neke û got: “Bi rastî, hem wîjdan qebûl nake, hem jî ji aliyê mirovahiyê ve û hem jî gava bifikirin, ji aliyê baweriya Îslamiyetê ve jî divê qebûl nekin. Lê mixabin, ne tenê Kurd û her kes divê li ber kirinên van çeteyan rabe. Tenê ne çete hêzên derveyî jî tev li komkujiyan dibin. Ji nû ve çeteyên DAIŞê û hêzên din dixwazin li ser Kurdan zor û zehmetî bidomînin.”

‘Yekîtiya gelê Kurd ava dibe’
Cemal Dogrul anî ziman ku berxwedana Rojava, ne tenê ji bo Rojava ye, ji bo hemû Kurdan e û ev yek anî ziman: “Çawa dibe bila bibe dê berxwedana Rojava bi ser bikeve. Dibe ku îro hinek zor û zehmetî hebin, dibe ku îro hinek astengî li pêşiya wan hebin, lê wê Kurd hem bi berxwedana xwe, hem bi yekîtiya navxweyî bi ser bikevin û serkeftin ya me ye.”
‘Em ê van rojê tarî li pey xwe bihêlin’
Nivîskar Denîz Gunduz jî bertek nîşanî êrişên li ser Rojava da û anî ziman ku gelê Kurd di van rojan de, rojên gelek tarî û giran derbas dike û got: “Dilê me diêşe; çi li Helebê be, çi li cihên din be, niha şerekî wiha heye û dîsa li ser miletê me ye. Berê ne tenê li dijî Kurdan, li wir li dijî Elewiyan û Durziyan jî êrişên dagirkeriyeke çêbûn. Demeke dirêj e êrişeke wiha heye û em vê yekê şermezar dikin. Em dixwazin ku li wir hemû gel bikaribin xwe îfade bikin û xwe bi xwe bi rê ve bibin, daxwaza me ev e. Dilê me bi wan re ye. Me gelê Kurd gelek rojên wiha teng dîtin; lê em ê van rojan jî li pey xwe bihêlin û em ê bi hêvî li siberoja xwe binêrin.”














