Di nivîsa berê ya bi sernava heman de li ser bîranîn, ked, hebûn û xwebûna Bavê Teyar çend hestên ji dil hatibûn li ser ziman. Têkoşîna Azadiyê mîna deryayeke herikbare û her qonaxa ku digihijê bi xwe re tecrube, êş û berdelên giran tîne. Di nava van 55 salên têkoşînê de tu tişt nema ku gelê me nedîtiye.
Hem qehremantî hem jî xayîntî bi hev re tê dîtin. Gelek kes hene ku di nava hemû jiyana xwe de tu nirxekî li pişt xwe nahêlin û diçin. Gelek kes hene jî hemû jiyana xwe ji bona têkoşîna azadiyê dibexşînin. Li ser vê deryaya herikbar keştiya ku cangoriyan radihêje gelek in. Sirri Sureyya Onder jî yek ji wan cangoriyan e.
Di oxira azadiyê de can bexşkirin nabe miradê her kesî ku pê bi rûmet û serfiraz bibe. Di cihek wekî Kurdistanê de barê têkoşîna şoreşê jî giran e. Lê te ewqas barê giran hilda ser dilê xwe yê birîndar û te kîsikê azadiyê têr hêvî xistê û belav kir. Te digot “zikata wêrekiya me we hemûyan wêrek dike”. Dijminê bi hezaran salan li ber vê fedaîtiya te bejna xwe ditewand.
Te û Bavê Teyar we li ser pira xwişk û biratiyê sergovendî digirt. Bi piste pist jî be neyaran behsa vê wêrektiya we dikir. Bavê Teyar li vî aliyê pirê û wekî Kurdekî hem dikenand hem jî dikeniya. Di henekên xwe de rewşa civakî radixist pêş çavan û ji têkoşînê re kaniyek ava dikir.
Li aliyê din a pira biratiyê Sirri Sureyya Onder hebû. Bi nasnameya xwe ya Tirkmen xwe ji malbata kurdewar didît û heta hêlma xwe ya dawî ji bona aşitiyek mayînde hem bibû lingê vê pirê hem jî dilopek mezin bû ji bona deryaya me. Sirri Sureyya bi dilê xwe yê westiyayî can dida aşitiyek bi rûmet. Ew carinan Kurd carinan Tirkmen an jî Tirk û her caran jî nasnameya hemû gelan bû.
Tu gotin, peyv û hevok têrê nakin ku fedaiyên Sirri Sureyya binivîsin. Wext disekine ji bo ku ew careke din baş bibe, vegere û karê xwe yê nîvco hiştî bi dawî bike û ew bi xwe lê temaşe bike ku ka nirxek çawa ji vî welatî re hiştiye.
Xwezî jiyan ne ewqasî erzan bûya. Xwezî Kurd û Tirk, Ermen û Suryan, Alewî û Êzidî û her kes wekî ku te xeyal dikir mil bidan hev û dû û dîlana xwişk û biratiyê bigirtana. Lê xwezî… Xwezî te piştî karê te yê bi dawî kirî sergovendî bigirta û te dilê me têr rihet bikira. Di vê cîhanê de te û Bavê Teyar we her du aliyê pirê girtin, we bi dengê kizînî be jî têr hêvî ava kirin di nava bê hêvitiyê de.
Sirri Sureyya Onder Îsayê serdemê bû û çarmixa wî her demê li ser pişta wî bû. Ji bona aşitiyek bi rûmet her kes nikare vê çarmixê bide ser pişta xwe. Ew Baba Îshakê hem dem bû ku raperîna wî li her derê Mezopotamya û Anatoliyayê deng dabû û pira wekheviyê dirêjî li vê erdnîgariyê kiribû. Ew Sokratesê hem dem bû ku bi baweriyek mezin tevli govenda komunalîst bibû û ji fikrê xwe tawîz ne dida. Di dawiyê de jî ne pergalê lê wî çend bizmar li nava dilê vê pergala ku hemû hêviyên me dizîn, xist.
Hûn her du jî dilşad raz in û em ê şabaşan ji bona sergovendiya we ya azadiyê bikin. Pira Aşitiyê ya ku we bi derziyan kolandî û ava kirî dê her dem ser piyan bimîne û wê navê we xêrhatina her kesê aşitîbawer bike.