Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) û Genel-Îş derbarê êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê daxuyanî dan û wiha gotin: “Cihê ku şer lê heye ked tê mêtingehkirin.”
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) û Sendîkaya Genel-Îşê derbarê êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li Parka Rojavayê ya navçeya Peyasa Amedê hatiye dayîn de pankarta “Ne sînor, dê piştevanî bi ser bikeve; Bi Rojava re mil bi mil “ hate vekirin. Rêveber û nûnerên şaxên sendîkayan di çalakiyê de amade bûn.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Bijî berwedana Rojavayê” hat berzkirin. Metna daxuyaniyê Hevserokê Şaxa 2yemîn a Genel-Îşê ya Amedê Becet Barût xwend. Beriya daxuyanî were xwendin Hevseroka şaxa Genel-Îşa 2yemîn a Amedê Heval Anahtar Kaya û jinên tev li daxuyaniyê bûne porê xwe hûnandin.
‘Cihê şer lê heye mafê jiyanê tune’
Becet Barût destnîşan kir ku pergala kapîtalîst ji bo domandina hebûna xwe, jiyan û nirxên mirovahiyê tune dike û wiha got: “Li cihê ku şer hebe, mafê jiyanê nîn e; şer tê wateya xwîn, mirin û hêsirên çavan. Serkeftiyê şer nîn e. Li cihê ku aştî tune be, jiyaneke mirovane ne pêkan e. Ked tê mêtingehkirin, mafên demokratîk tên desteserkirin û mafên sendîkayî tune tên hesibandin.”
‘Rêyên çareseriyê xut bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Becet Barût diyar kir ku ew ê bi piştevaniyê ji bo paşerojeke bêsînor bi ser bikeve, têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Em bang dikin ku dawî li êrîşên ser Rojava bînin, ji îradeya gelan re rêz were girtin û rêyên çareseriya aştiyane û demokratîk werin xurtkirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” dawî bû.
















