Di rûniştina 2yan a komisyona meclisê de Însiyatîfa Ji Aştiyê re Pêwistiya Min Heye ya Jinan raporek pêşkeşî komîsyonê kir û di raporê de xwestin jin, saziyên jinan û hemû beşên civakê bikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû aliyên pêvajoyê re hevdîtinê bikin.
Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku li Meclisê ava bûye civîna xwe ya 15emîn li dar xist. Di civînê de saziyên ciwan û jinan tên guhdarkirin. Di rûniştina yekem a civînê de Waqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA), Waqfa Teknolojî ya Tirkiyeyê (T3), Komeleya Avakarên Ciwan ên Aştiyê, Forma Rêxistinên Ciwan(GoFor), Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê(AGD) û Yekitiya Talebeyên Tirk (MTTB) hatin guhdarkirin. Di rûniştina duyemîn a civînê de jî Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM), Komeleya Jinan a 29ê Cotmehê (29 EKD), Însiyatîfa Ji Aştiyê re Pêwistiya Min Heye ya Jinan, Komeleya Karmendên Jin ên Tirkiyeyê (TÎKAD) û Komeleya Piştgirî û Çandî û Perwerdehiyê ya Hazarê hatin guhdarkirin.
Rapor
Di rûniştina 2yan a civînê de ji Însiyatîfa Ji Aştiyê re Pêwistiya Min Heye ya Jinan Rûşen Seydaoglû û Ferîde Eralp axivîn û qala êrîş û cudakariyên li dijî jinan kirin û rapora xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Rapora ji pêşkeşî komîsyonê kirin wiha ye: “*Ji bo aştî pêkan be, hawîrdorek ku operasyonên leşkerî tê de rawestin û ferman werin betalkirin pir girîng e.
*Divê qanûna terore ku sedema girtina bi hezaran girtiyên siyasî ye be sererastkirin û di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî ben berdan.
*Em bi rejîmeke sûc û darvekirinê ya pir neheq re rû bi rû ne. Dema ku zilamek gefê li jinekê dixwe, rojekê jî di girtîgehê de namîne an jî ceza nagre. Rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, şaredar, xwendekar, jin û kesên LGBTQ+ yên ku li kolanan bi karanîna mafên xwe yên demokratîk xwe rêxistin dikin û xwepêşandanan dikin, wekî rehîn têne girtin. Ev sîstema neheq, ku li ser bêcezatî û cezakirinê hatiye avakirin, ji bo aştiyê xetereyek cidî çêdike.
*Divê wekhevî û tevlêbûna hemû nasname û girêdanan bingeh be. Di vê çarçoveyê de, divê astengiyên li pêşiya perwerde û gihîştina xizmetên bi zimanê dayikê werin rakirin.
*Divê ev cudakarî tavilê were rakirin û pirsgirêka zimanê dayikê di çarçoveya vê pêvajoyê de, ji perspektîfa wekheviyê ve were çareser kirin.
*Hemwelatîbûna wekhev divê wekheviya jinan, wekheviya zayendî û wekheviya LGBTI+ jî di nav xwe de bigire.
*Her ku pirsgirêka kurd kûr bû şer li bajarên kurdan kûrtir bû û bandora wan li ser jinan bû. Li Cizîr, Gever û gelek deverên bajarên kurdan leşker û hezên ewlehiyê tundiya zayendî li dijî jinan weke amureke şer bikaranî. Ew sûc e. Gelek mînakên vê hene. Lê dozên hatinê vêkirin bê ceza man. Dema ku em îro qala aştiyê dikin, divê em bi vê şîdeta zaynedî, sûcên ku bi piştgiriya dewletê hatine kirin û bêceza mane, û têgihîştina ewlehiyê ya ku ev yek gengaz kiriye, wekî pergala cerdevanên gundan, re rû bi rû bimînin û zirarê tezmîn bikin.
*Her wiha ji bo vegera gundên ku di salên 90î de hatinê vala kirin derfet ben ava kirin û tazminat bê dayin.
*Rê li ber jinan, endamên komîsyonê û civaka sivîl vekin ku Abdullah Ocalan û hemû aliyên pêvajoyê re hevdîtin bikin. Abdullah Ocalan kesayetek pir bi bandor ji bo gelê Kurd e, nûnerê îradeya wan e û têkiliyek rasterast a dewletê ye.
*Yek ji xalên girîng ên ku li vir tê destnîşankirin ev e ku pêdivî ye ku rê li ber beşên cûda yên civaka sivîl, tevî me jinan, were vekirin da ku di çarçoveya pêvajoyê de bi hemî aliyan re hevdîtin bikin, daxwazên wan û prensîba wekheviyê bikin bingeha maseya çareseriyê. Bê guman, divê ev çarçoveyek qanûnî hebe.
*Kesên ku tevlî PKKê bûne, yên ku niha li çiyayan in, dikarin bi wekhevî û ewlehî tevlî jiyana sivîl bibin gava ku şert û mercên ku bûne sedema çekdarkirina wan werin rakirin. Di merasîma bêçekkirinê de, Besê Hozat daxuyaniyek da û banga beşdarbûna siyaseta demokratîk kir. Divê rêya siyaseta demokratîk bê vekirin.”
Saziyên jinan ên di komîsyonê de hatin guhdarkirin jî bal kişandin ser cûdakariya li dijî jinan û bandora şer li ser jinan û rapora ku amadekiribûn pêşkeşî komîsyonê kirin.
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.