• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê her kes ji bo pêvajoyê bixebite’

Omer Demîr / AW

24 NÎSAN 2025 - 08:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Amed – Endamê Desteya Rêveberiya HDKê Murat Kalmaz destnîşan kir ku ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkeve meriyetê, divê her kes piştgiriyê bide bangê û bixebite.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan 31ê Adarê çû Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan ji partiyên siyasî û saziyan re peyamek şand û got ku divê her kes di nav xebatên “rêxistinbûyîn” de be. Piştî peyamê gelek partiyên siyasî û saziyan dest bi xebatên rêxistinê kirin. Yek ji wan jî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) e. HDKê dest bi xebatên “Hevdîtina Civaka Demokratîk” kir. HDK li bajarên Tirkiyeyê dê bi gel re were cem hev û civînan li dar bixe. HDKê xebata xwe ya yekemîn li ser vê mijarê li navçeya Esenyûrta Stenbolê xebata “Kursiya Azad” li dar xist.
Endamê Desteya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Murat Kalmaz têkildarî xebatên “Hevdîtina Civaka Demokratîk” û ji bo pêşxistina pêvajoyê, ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘HDK dê bi rol û mîsyona xwe rabe’

Murat Kalmaz da zanîn ku ji bo pêvajo li pêş bikevê û di nava gel de were fêmkirin çi bikeve ser milên HDKê dê bike û wiha got: “Di 1ê Cotmehê 2024an de ev pêvajo hat destpêkir. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 27ê Sibatê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştî bangê di nava gel de hêviya çareserî û aştiyê zêde bû. Ew demeke pêvajo di nava gel de tê nîqaşkirin. Piştî demekî dirêj pêvajo dîsa hat destpêkirin, ev pêvajo ne tenê ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ev pêvajo ji bo berjewemendiya tevahiya Rojhilata Navîn e. Ev bi salan e gelê Kurd li ber xwe dide, bi saya vê berxwedanê îro em behsa pêvajoyê dikin. Piştî peyama rêxistinbûyînê ya Abdullah Ocalan em jî wekî HDKê em ê rêxistina xwe xurt bikin. Em jî wek saziya xwe di nav gel de bin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin. HDK ji bo çareserkirina pirsgireka gelê Kurd û Tirkiyeyê xwedî rol e û wê bi rola xwe rabe. Di nava HDKê de gelek partî û saziyên cuda hene ji bo wê rol û misyona HDKê gelek girîng e. Em ji bo banga birêz Abdullah Ocalan were cih, di nava civakê de were nîqaşkirin em ê rol û mîsyona xwe bicih bînin.”

‘Berpirsiyariya vê pêvajoyê li ser milê hemû kesî ye’

Murat Kalmaz da zanîn ku heta ku hemû beşên civakê tev li pêvajoyê bibin dê xebatên HDKê bidomin û ev yek anîn ziman: “Birêz Abdullah Ocalan ya li ser rêxistinê tiştên gelek girîng got, me jî demildest dest bi xebatan kir. Em ê her hefte li cihêkî gel re hevdîtin pêk bînin. Em li ser pêvajoyê li nîqaş û nerînên gel guhdar dikin. Em xwe ji bo pêşxistina pêvajoyê berpisiyar dibînin û em bang dikin ku hemû beşên civakê tev li civînên me bibin. Em bi vê xebatê dixwazin ku pêvajoyê bixin rojeva gel. Birêz Abdullah Ocalan dibêje heta ku gel tev li pêvajoyê nebe pêvajo nagihîje armanca xwe. Berpisiyarê vê pêvajoyê li ser milê hemû beşên civakê ye.”

‘Daxwaza gel azadiya birêz Abdullah Ocalan e’

Murat Kalmaz diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hêviya gel zêde bûye û got: “Gel ji bo dewlet gav biavêje bang dike. Daxwaza gel ya sereke rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Jixwe birêz Abdullah Ocalan ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, rêbaz nîşanî dewletê da. Divê dewlet li banga birêz Abdullah Ocalan xwedî derkeve û gavan biavêje. Divê dewlet nêzîkatiya xwe ya ji bo pêvajo eşkere kir.”

‘Birêz Abdullah Ocalan dibêje ez amade me’

Murat Kalmaz bi bîr xist ku Abdullah Ocalan dibêjê ew amade ye ku pirsgirêken li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevahî çareser bike û û wiha domand: “Ev bang ne tenê ji bo çarserkirina meseleya gelê Kurd e. Meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye. Divê hêzen demokratîk, partiyên siyasî û saziyên civakî xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Divê her kes bi rol û mîsyona xwe rabe. Em welê dikarin polîtîkayên faşîzmê û nijadperesetiyê têk bibin. Divê em xebatên xwe berfirehtir û zêdetir bikin.”

‘Armanca HDKê çareserkirina pirsgirêka gelan e’

Murat Kalmaz destnîşan kir ku bi girtinan dixwazin xebatên HDKê werin astengkirin û îlegalîzekirin lê tevî vê yekê jî her dem wê xebatên HDKê bidomin û wiha pêde çû: “Dixwazin di bin navê “Lihevkirina Bajêr’ a li Stenbolê HDKê terorîze bikin û bidin sekinandin. Em dizanin ku ev operasyon siyasî ne. Rol û misyona HDKê civaka demokratîk, aştî û berpirsayariya gelên bindest û tevahiya beşên civakê ye. Ji bo vê yekê ev operasyon pêk hatin. Dewlet eger bixwaze pirsgirêken li Tirkiyeyê werin çareserkirin divê dest ji van operasyonan berde. Ev operasyon nikarin me rawestînin. Ev van operasyonan qebûl nakin.”

‘Êdî divê dewlet gavan biavêje’

Murat Kalmaz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan dixwaze ev pirsgirêka bi salan e didome çareser bibe. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê çi were destê wî kiriye û dike. Êdî divê dewlet gavan biavêje. Di serî de divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe û şert û mercên wî yên azad werin çêkirin da ku ji bo aştiyê dikaribe bixebite. Bi çûyîn û hatina şandeyê nabe. Gel jî li dijî gavneavêtine bi hêrs e. Hê jî ji her aliyê jiyanê ve pirsgirêkên gelê Kurd berdewam dikin. He jî êrişên li ser Başur û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Divê şer bê rawestandin û dewlet demildest gavan biavêje.”

Etîket: Abdullah OcalanHDK.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

10 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

10 ADAR 2026
Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

9 ADAR 2026
Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

8 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (370)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne