Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê bi sernavê “Mafê Hêviyê di Avakirina Civakeke Demokratîk û Aştiyê de” panelek amade kir.
Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê bi sernavê “Mafê Hêviyê di Avakirina Civakeke Demokratîk û Aştiyê de” panelek amade kir. Panel li hola konferansê ya Baroya Rihayê pêk hat. Endamê OHD Ahmet Taş panel bi rêve bir. Parlamentera DEM Partîyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, endama Koma Aştiyê ya 99an û Koordînatorê Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî Yuksel Genç, û Veysel Avci ku 30 salî girtî mabû di panelê de axivîn
Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferit Şenyaşar, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, rêxistinên parêzgeh û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelekên din beşdarî panelê bûn. Newroz Uysal destnîşan kir ku divê ji bo pêvajoya qanûnî û dîplomatîk a pêvajoyê li Meclîsê komîsyonek were avakirin.
Yuksel Genç jî bal bir ser pêvajoya 99an û çareseriya meseleya kurd. Veysel Avci jî anî ziman ku têkoşîna azadiyê rihek e û mafê hêviyê gavek e.
Yuksel Genç destnîşan kir ku ji roja pêvajo dest pê kirî heta niha li qadê lêkolînan dikin û got: “Bi qasî ku em dibînin, kolan encamên pêvajoyê nabîne. Pêwîst e ku mirov li ser pêvajoyên ji sala 1993yan heta niha bipêşengtiya birêz Ocalan hatine destpêkirin, bisekine. Welatî wisa dibînin ku pêvajo yek alî ye. Agirbesta 93yê nîşan da ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rewa ye. Li Enqereyê zemîneke rewa hate afirandin, partiyên siyasî hatin avakirin. Heman pêvajo di sala 99an de hate jiyîn. Birêz Ocalan israra xwe ya di aştiyê de her tim anî ziman. Komara demokratîk, di meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd de noqteya dawî ye.”
Rojnaemger Veysel Avci ku 30 salan girtî ma û hat berdan jî pênaseya fîlozof Friedrich Nietzsche ya têkildarî hêviyê bi bîr xist û got: “Friedrich Nietzsche, dibêje ku du hevî hene ku yek çalak û yek jî neçalak e. Hêviya çalak domandina têkoşînê ye. Birêz Ocalan êdî bûye kesekî gelan. Her kes hêviya xwe girêdayî wî dike. Heta dewletê jî hêviya xwe girêdayî wî kiriye. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan hêvî ye.
Heke gel mekanîzmaya xwe ava bike, tu hêz nikarin xwe li pêşiya wan bigire. Konfederalîzma Demokratîk jî ev e. Rewşên tiştên me xeyal jî nedikir çêbûn. Têkoşîna azadiyê, ruheke ku dê her bijî. Hêviya me ji bo gelan e, mafê hêviyê bi qasî ku mafekî hiqûqî ye, ewqas jî mafekî siyasî û civakî ye. Mafê hêviyê, bi qasî ji bo me, ji bo dewletê jî gavekî ewqas girîng e.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.