Doza Nîhat Kazanhan ê ku ji aliyê polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû kuştin dîsa hat taloqkirin.
Danişîna 16emîn a doza Nihat Kazanhan ê 12 salî ku di 14ê Çileya 2015an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polîsê bi navê Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû kuştin li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin.
Di danişînê de dayik û bavê Nihat Kazanhan û parêzerên malbatê amade bûn. Danişîn bi tespitkirina nasnameyê destpê kir. Piştre bavê Nihat Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan gotinên xwe yên di danişînên berê de dubare kir û xwest Mehmet Nûrbakî Goçmez were girtin.
Parêzerê malbatê Osman Cîngoz jî xwest Mehmet Nûrbakî Goçmez were dîtin û bê cezakirin.
Pişti parastina parêzer, heyeta dadgehê ji ber kêmasiyên di dosyeyê de dozê taloqî 9ê Îlona 2026an kir.










