Li Siwêydayê bi hezaran Durzî bi daxwaza azadiya Siwêydayê were qebûlkirin, meş li dar xistin.
Li dijî polîtîkayên yekperest û paşîperest ên Hikûmeta Demkî ya Şamê her ku diçe bertekên Durziyên li Siwêndayê zêde dibin. Durziyan îro li Siwêdayê li dijî êrişên desthitata Şamê meş li dar xistin.
Di meşa ku bi hezaran Durzî tev li bûbûn de pankarta “Ji bo Siwêyda û Durzîyan azadî” hat vekirin. Di meşê de dirûşmên daxwaza azadbûnê hatin berzkirin û stranên têkoşîna Durziyan hatin strîn. Herwiha meşvan alên Durziyan rakirin.













