Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Almanya Johann Wadephul re hevdîtin pêk anîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi Wezîrê Karên Derve yê Almanya Johann Wadephul re civiyan. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê, siberoja proseya siyasî, girîngiya parastina destkeftiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha dosyayên têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina istiqrara herêmê nîqaş kirin.
Di hevdîtinê de her wiha girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê, mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di çarçoveyeke demokratîk de û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.













