Daristana Çiyayê Gabar, Cûdî, Besta û herêmên derdora wê bi mehan ji aliyê cerdevan û bazirganên wê ve tên talankirin. Ji ber herêm li welatiyan hatiye qedexekirin, bi hêsanî xwezayê talan dikin. Lê divê ekolojîst, derdorparêz, gundî, saziyên civakî êdî vê yekê bibînin. Eger em xwezayê neparêzin, xweza jî me naparêze.
Şerê sêyemîn ê cîhanê her ku diçe belav dibe. Şerê ku belav dibe, hem bi xwe re komkujiyan pêş dixe, hem jî xwezayê talan û wêran dike. Hemû çavkaniyên jiyanê tune dike.
Ji ber şerê dewletan her sal bi hezaran mirov tên kuştin. Bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber dikin. Xizanî sal bi sal zêde dibe. Hevsengiya xwezayê xera dibe. Tebeqeya ozonê kun dibe. Ev jî bi xwe re hem nexweşiyê zêde dike û hem jî pêla germahiyê zêde dike. Di şer de yê herî zêde zerarê dibîne xweza, gundî karker, cotkar, jin û zarok in. Di vir de divê yên herî zêde li dijî şer derkevin û xwe bi rêxistin bikin, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, ekolojist, karker û gundî ne. Di vî şerê cîhanê yê sêyemîn de, êdî şer sînoran nas nake. Êdî sînorên ezmanî ji holê rabûye. Ji ber ku yên sînorên ezmanî di destê xwe de digirin dewletên hegomon û xwedî teknîka xurt in; dema dixwazin seha ezmanî vedikin û dema dixwazin digirin.
Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje Aştî û Civaka Demokratîk. Yanî civaka bi xwezayê re bûye yek parçe û parastina mafên mirovan, mafê jinê, zarokan û xwezayê diparêze ye. Civaka Demokratîk, civaka xwezaparêz e. Civaka nasname û baweriyên cuda diparêze ye.
Dema em li dane û îstatîstîkên 20-30 sal berê dinerin, em dibînin ku çekên kîmyewî, çekên nuklerî û teknîka şer zerarek gelek mezin li pey xwe dihêle. Di şerê Kosova û Korfezê de ji ber çekên nûjen û teqemeniyên ku di navde jahrên kîmyewî û radyasyonên kujer hene, bandorek pir mezin li ser derdorê dike. Piştî şerê Korfezê bi milyonan bermîlên mazotê ketin nava Kendava Basrayê. Ev bû seden ku bi hezaran sewalên dora avê û nava avê bimirin. Dîsa ji ber bîrên petrolê hilweşiyan, bi hezaran sewalên çolê û nebatên li herêmê tune bûn. Di şer de daristan tune bûn. Bendavên mezin hatin avakirin. Kalekol hatin avakirin. Çavkaniyên avê zuha bûn. Hêzên sermayedar li gorî xwe xwezayê talan dikin. Di şer de kes hesab ji kesî napirse. Kî çiqas talan û wêran bike. Kî çiqas bikuje. Lê taliye tevahiya mirovahiyê zerarê dibîne.
Li gorî Enstîtuya Çavkaniyên Xwezayê ya Kahîreyê ya 2004an 30 milyon kes ji ber şer bûn penaber. Ji ber şer û hilberîna amûrên şer nêzî 20 hezar qadên bermahiyên şer hene. Li gorî daneyên sala 2005an zêdeyî 30 hezar ton çek li benda îmhakirinê ne. Li gorî pere wê demê ev sîlehên bên îmhakirin hêjayî 65 hezar dolarên Amarîkayê ye. Li gorî daneyên 2008 lêçûna leşkerî ya DYAyê 529 milyar dolarê DYAyê ye. Lêçûna Çinê ya 2008an jî 49 mîlyar dolar e. Ev daneyên 15-20 sal berê nîşanî me dide ku eger 20 sal berê lêçûna şer û zerara şer ew qas mezin be, niha 20 qat zêde bûye. Ev nîşan dide ku hêzên şerxwaz wisa şer bidomînin, li hepêşiya hemû cîhanê û mirovahiyê felateke gelek mezin heye. Demali tevahiya cîhanê tabloyek wisa hebe, bandora xwe li ser geşedanên herêmê jî dike.
Dema em vegerin herêmê em vê rastiyê bêtir dikarin şênber bikin.
Li şirnexê bi mehan e daristan tê talankirin û wêrankirin. Bîrên petrolê qedexe dikin. Zozan û mêrgan li welatiyan û koçeran qedexe dikin. Gundan vala dikin û dişewitînin. Desdûr nadin ku gundî vegerin gundê xwe. Çavkaniya jiyana hezaran salan a çotkar, gundî û rênçberan tune dikin. Li welatekî eger çavkaniya gundî, çotkar û karkeran tune bibe, siberoja wî welatî ya aborî jî tune dibe.
Di dojên dawî de em li nûçeyên ajansên Welat, Mezopotamya, JINNEWSê dinerin, em dibînin ku her rojê nûçeyên talankirin û wêrankirina xwezaya Şirnexê heye.
Bi salan e li ser bajarên Şirnexê polîtîkayên taybet têne meşandin. Li aliyeki xwezayê talan dikin û li aliyê din ciwanên Şirnexê bi tiryakê jahrînî dikin. Ne tenê ciwanan jahrînî dikin. Di şexê ciwanan de siberoja civakê û gelê Şirnexê jî jahrînî dikin. Çend sal berê Wezîrê Karên Hundir ê Berê Beşîr Atalay ji bo Şirnex û Colemêrgê digot “Polîtîkayên me yên taybet li ser van bajaran hene. Em di salên dawî de dibînin ku êdî li ser xweza, civak û siberoja gelan şerê taybet tê meşandin.
Gelek kes dibêjin em ekolojîst in û xwezayê diparêzin. Lê bi salan e xwezaya Kurdistanê û bi taybetî xwezaya Şirnexê tê talankirin û wêrankirin. Lê heta niha tu kesên li dijî vê yekê bi awayekî xurt û girseyî dengê xwe bilind nekirine.
Di serî de divê gundî, û hemû welatiyên Şirnexê bi giştî hemû Kurdistaniyên Bakur, divê li dijî vê talankirin û wêrankirina xwezayê xwe bi rêxistin bikin. Rêber Abdullah Ocalan herî zêde aliyê rêxistinbûnê yê lawaz rexne dike. Eger gundî xwe bi rêxistin nekin û li dijî talankirinê dengê xwe bilind nekin, dê çavkaniya wan a jiyanê tune bibe. Eger Kurdistanî xwe bi rêxistin nekin û li dijî vê yekê dernekevin, dê bingeha Aştî û Civaka Demokratîk lawaz bibe. Eger em xwezayê li dijî talankirin û wêrankirinê neparêzin, dê xweza jî me neparêze. Na ku em xwezayê biparêzin di heman demê de em xwe diparêzin.
Werin em bi hevre li dijî talankirina xwezaya Şirnexê dengê xwe bilind bikin.