Koma yekemîn a koçberên ku vegerin Efrînê ji bajarê Qamişloyê bi rê ketin, dê koçber li bajarê Hesekê kom bibin û bi awayek girseyî ber bi Efrînê ve bikevin rê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7ê Adarê de ragihand ku dê koma yekem a koçberên Efrînê vegerin herêmên xwe. Îro 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve herin. Malbatên li Qamişloyê bicih bibûn xwe amede dikin ku biçin Hesekê û ji Hesekê jî bi awayek girseyî bikevin rê û biçin Efrînê.
Ji bajarê Qamişloyê dê 50 bas û 75 erebeyên Enter ku Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehbayê amade kiriye û wesayîtên taybet ber bi bajarê Hesekê ve bikevin rê.












