• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Elî Oremar: Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin

Mahmût Altintaş / AW

7 ADAR 2025 - 09:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Endamê YNKê Elî Oremar destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke erênî li ser Başûrê Kurdistanê jî kiriye û got: “PKKê bersiv da û agirbest ragihand. Lê heta niha êrişên Tirkiyeyê li herêmê berdewam dikin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28ê Sibatê de bi rêya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bangeke dîrokî kir. Banga Abdullah Ocalan li her çar aliyên Kurdistanê deng veda û li tevahiya Kurdistan û cîhanê jî nîqaşên li ser banga Rêberê Gelê Kurd berdewam dikin. Abdullah Ocalan di daxuyaniya dîrokî da banga çekberdanê li PKKê kir û destnîşan kir ji bo çek bên berdan jî wiha got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” Piştî banga Abdullah Ocalan PKKê jî agirbest ragihand û diyar kir ku ew piştgiriya banga Abdullah Ocalan dikin. Tevî ragihandina agirbesta PKKê jî êrişên Tirkiyeyê li ser herêmên li ser Başurê Kurdistanê didomin.

Endamê Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) siyasetmedar Elî Oremar, têkildarî banga Abdullah Ocalan, agirbesta ji aliyê PKKê ve hat ragihandin û êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê ku didomin ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Banga dîrokî li Başurê Kurdistanê bi coş hat pêşwazîkirin’

Elî Oremar anî ziman ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û wiha got: “Banga birêz Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng veda. Helbet bandora wê ya li ser Başûr jî berdewam dike. Di banga birêz Abdullah Ocalan de xuyayê ku pêvajoya aştiyê ne tenê li Bakurê Kurdistanê wê bandorê li tevahî Kurdistanê jî bike. Ji ber ku çend sal in êrişên Tirkiyeyê li Başûr berdewam dikin. Bi dehan baregehên Tirkiyeyê li Başûr hatine çêkirin. Ji ber wê jî banga birêz Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê weke mizgîniyeke hat pêşwazîkirin. Ji ber êrişên Tirkiyeyê nezî 30 kîlometre axa Başûr hatibû dagirkirin û gefa dagirkirinê ya Tirkiyeyê li ser Başûr heye. Dema şandeya DEM Partî serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi YNKê û PDKê re hevdîtin kirin hat xûyakirin ku rola Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya aştiyê de gelekî girîng e. Banga birêz Ocalan ji aliyê partiyên siyasî yên Başûr ve jî bi êrênî hat pêşwazîkirin.”

‘Ji bo aştiyê Başûr cihekî sereke ye’

Elî Oremar têkildarî hevdîtina şandeya DEM Partiyê bi partiyên Başûrê Kurdistanê re jî anî ziman ku partiyên Başûr di vê pêvajoyê de rolekî girîng digirin ser xwe û wiha domand: “Şandeya DEM Partî di serdanên xwe yên Başûr de daxwaza piştgiriya pêvajoyê kirin. Hem bi PDKê û hem jî bi YNKê re hevdîtin hatin kirin. Rola her dû partiyan jî li Başûr pir girîng e. Ji bo aştiyê Başûrê Kurdistanê wê cihekî herî sereke bigire. Ji ber ku hevdîtin, dan û standina ser aştiyê wê li Başûrê Kurdistanê bibin. Heke PKK kongreya xwe kom bike dibe ku ew cih ne Qandîl be li deverekî din a Başûrê Kurdistanê be. Pêvajoya çekberdanê û di derbasbûna qonaxeke nû de Başûrê Kurdistanê jî wê bi rola xwe rabe. Beşdariya her dû partiyên mezin ên Başûrê Kurdistanê li pêvajoyê ji ber wê jî pir girîng e. Şandeya DEM Partî jî ji ber vê yekê serdana her dû partiyan kir û hevdîtin pêk anîn.”

‘Wê bandorê li tevahî Kurdistanê bike’

Elî Oremar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bandoreke erênî li tevahiya Kurdistanê bike û ev yek anîn ziman: “Bandora krîza aborî li ser Tirkiyeyê heye. Tirkiye di qonaxeke metirsiyê de ye. Ji ber wê jî berjewendiya Tirkiyeyê jî di pêvajoyê de ye. Helbet ew pêvajo biçe serî ji bo gelê Kurd jî serkêftineke mezin e. Çerçoveya bangawaziya birêz Abdullah Ocalan ji bo her çar aliyên Kurdistanê jî serkêftineke mezin e. Li Başûrê Kurdistanê gefa dagirkirinê ya Tirkiyeyê heye. Dewleta Iraqê jî daxwaz kiriye ku heke PKK çekan berde divê dewleta Tirk baregehên xwe ji Başûrê Kurdistanê rake. Ev yek ji bo Başûrê Kurdistanê jî başiyê tîne. Gefên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê jî diqedin. Her wiha li ser Rojavayê Kurdistanê jî êriş ranewestiyan e. Gefên Tirkiyeyê li wir jî hene. Birêz Ocalan jî ji bo hemû aliyên Kurdistanê çerçoveya aştiyê daniye. Heke ev pêvajo bi ser bikevê êrişên Tirkiyeyê li ser Başûr û Rojava jî dê biqedin. Rojhilatê Kurdistanê jî wê di vê pêvajoyê de bandoreke erênî bibîne.”

‘Êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin’

Elî Oremar bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan PKKê jî bersiv da û agirbest ragihand û piştgiriya pêyama birêz Ocalan kir. Lê Tirkiyeyê heta niha li gor agirbestê tevnegeriyaye û êrişên Tirkiyeyê li herêmê berdewam dikin. Tevî hemû partiyên Tirkiyeyê piştgiriya pêvajoye dikin jî destdirêjiya Tirkiyeyê li ser herêmê berdewam e. Helbet li Tirkiyeyê hinek hêz hene ku li dijî aştiyê derdikevin. Di nav leşkeriyê de jî dibe ku hinek hêz nexwazin aştî pêk were. Ji bo wê jî êriş berdewam dikin. Di berê de jî mînakên vê yekê hene ku pêvajoya aştiyê gelek caran hatiyê xerakirin. Lê rewşa Rojhilata Navîn aştiyê li ser her dû aliyan jî ferz dike. Aştî di şert û mercên niha ya Rojhilata Navîn de ji bo berjewendiya hemû kesî ye.”

 

 

Etîket: Abdullah OcalanBaşurê KurdistanêDEM PartîêrîşPDKpkkTirkiyeYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sezono dîyin ê belgefîlmê ‘Vejîna Kurd’ dest pêkeno

Vejîna Kurd dest pê dike: Beşa ewil 15ê Tebaxê û ERNKê vedibêje 

16 SIBAT 2026
Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

16 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Mazlûm Ebdî xwest rayedarên Sûriyê biçin Îmraliyê 

16 SIBAT 2026
Li Binarê Qendîlê banga azadiya Abdullah Ocalan

Li Binarê Qendîlê banga azadiya Abdullah Ocalan

15 SIBAT 2026
Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

15 SIBAT 2026
Li Hindistanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 

Li Hindistanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (612)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne