• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rojnameger Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Mazlûm Ebdî serdana şervanên HSDê kir

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di sala 2025an de zêdetirî 9200 kes hatin kuştin

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Şaredariya Kerboranê xebatên paqijkirina berfê didomîne

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Çalakiyên li Îranê vediguherin dijbertiya rejîmê

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

    Daxwaza berdana xwendekarên Tehranê hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em bi hesreta aştî û azadiyê beşdarî mitîngê bibin’

Bîlal Guldem - Omer Demîr / AW

6 SIBAT 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku ji bo xewn û xeyala aştî û azadiyê ya gelê Kurd pêk were ew mitînga “Aştî û Azadiyê” li dar dixin û got: “Divê gelê me bi helwest û daxwaza xwe navekî li pêvajoyê bike.”

Rêxistina DEM Partiyê û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê bi hevkarî mitînga bi dirûşma “Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar dixin. Mitîng 8ê Sibatê saet di 12.00an de li Qada Îstasyonê tê lidarxistin. Ji navenda Amedê heta ber bi gundan ve xebat û amadekariyên mitîngê berdewam dikin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir dê wek axivêr beşdarî mitîngê bibin. Tê payîn mitîng bi girseyî bê lidarxistin û peyamên girîng bên dayîn.

Komîteya Amadekar a Mitîngê jî xebatên xwe bênavber didomîne. Hevserokê Rêxistina DBPa Amedê û endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mehmet Şîrîn Gurbuz têkildarî mitîngê ji ajansa me re axivî.

‘Hesreta aştî û azadiyê’

Mehmet Şîrîn Gurbuz destnîşan kir ku gelê Kurd bi sedsalan e bi hesreta azadî û aştiyê dijî û wiha got: “Em jî wek gelê Kurd dixwazin li welatê xwe bi jiyanek azad, serdest û wekhev bijîn. Di vî warî de mitînga me ya 8ê Sibatê li Qada Îstasyona Amedê bi slogana ‘Aştî û Azadî’ heye. Em ê dengê Kurdan bigihînin hemû cîhanê. Em ê daxwaza gelê xwe ya aştî û azadiyê carek din ji dinyayê re ragihînin.”

‘Em meşa azadiyê bigihînin armanca wê’

Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser hevdîtina li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û peyamên wî û wiha domand: “Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de jî peyamên aştî û azadiyê da. Em jî dibêjin li ser bingeha van peyamên aştî û azadiyê, em meşa xwe ya azadiyê mezin bikin. Em dixwazin bi vê mitîngê meşa azadiyê bigihînin armanca wê. Lewma ev mitînga me ya li Amedê girîng e. Em dixwazin hemû gelê Amedê, gelê Kurd û bindest deng bidin vê mitîngê da ku dengê vê mitîngê li hemû cîhanê belav bibe.”

‘Divê êriş bên sekinandin’

Mehmet Şîrîn Gurbuz da zanîn ku li aliyekî pêvajoya aştiyê tê axaftin li aliyê din ve jî her roj qeyûman tayîn dikin û rojnamevanan digirin û her wiha li dijî gelê Rojava êriş û komkujî tên kirin û got: “Ev durûrtî nabe. Hewce ye ev êriş bên sekinandin.”

‘Em bi daxwaz û helwesta xwe navekî li pêvajoyê bikin’

Mehmet Şîrîn banga beşdariya mitîngê li gelê Kurd kir û wiha got: “Hewceye ji gundan bigire heta navenda Amedê û hemû bajarên derûdora Amedê gelê Kurdistanê beşdarî vê mitîngê bibe. Em bi coşek xurt tev il mitîngê bibin. Mitîng û peyamên di mitîngê de bên dayîn muhîm e. Pêwîste gelê were mitîngê û bi daxwaz û helwesta xwe navekî li vê pêvajoya tê birêvebirin bike.”

Bakirhan û Bayindir dê biaxivin

Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir wek axivêr tev li mitîngê bibin.

 

Etîket: Mehmet Şîrîn GurbuzMîtîng
FacebookTweet

Nûçeyên Din

 Berdan Ozturk gel vexwend mitînga “Hêvî û Azadiyê”

 Berdan Ozturk gel vexwend mitînga “Hêvî û Azadiyê”

30 KANÛN 2025
Keskîn Bayindir ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ bi gelê Palûkê re civiya

Keskîn Bayindir ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ bi gelê Palûkê re civiya

30 KANÛN 2025
Xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadî’ didomin

Xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadî’ didomin

30 KANÛN 2025
Li Êlihê banga tevlîbûna mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat kirin

Li Êlihê banga tevlîbûna mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hat kirin

27 KANÛN 2025
Xebatên mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

Xebatên mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

27 KANÛN 2025
Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

27 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (2)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne