• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên bêrdan

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên bêrdan

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên bêrdan

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên bêrdan

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Strasbourgê daxwaza azadiya Ocalan û statuya Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

14 SIBAT 2026 - 23:33
Kategorî: MANŞET
A A
Li Strasbourgê bi boneya 27emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê mitîng hat li darxistin. Dimitîngê de bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî û statuya Rojava.

Bi boneya salvegera 27emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê mitîng hat lidarxistin.

Hevserokê KNKê Ahmet Karamus di mitîngê de axivî û wiha got: “Bi komploya ku li Rojava li ser Kurdan hatî avakirin, hat xwestin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê werin rakirin. Lê belê berxwedana ku gelê Kurd li çar aliyê cîhanê nîşan da, îro li cîhanê dengekî mezin veda û ev komplo pûç kir. Min ji Rojava silav ji bo we anîn, min ji qadên berxwedanê silav ji we re anîn. 27 salin li ser şexsê Rêber Apo komployeke mezin li dijî gelê Kurd tê meşandin. Ev komploya mezin a ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de Kurdan dike hedef, 27 salin berdewam dike. Gelê Kurd, li dora rêberê xwe bûye yek û 27 salin li dijî vê komployê têkoşîneke bênavber dide. Paradîgmaya ku Rêber Apo daniye holê, pergaleke alternatîf pêşkêşî cîhanê dike. Ev komplo di heman demê de li dijî vê paradîgmayê ye. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derkeve û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk tê, li rex wî be. Ev komploya ku bi Rêber Apo destpê kir, îro berê xwe daye hemû destkeftiyên gelê Kurd. Xeterî hîn derbas nebûye; komplo bi hemû versiyonên xwe berdewam dike. Tirkiye, Sûriye û Îran, ji bo ji holê rakirina destkeftiyên gelê Kurd hewildanên xwe didomînin. Ji ber vê yekê divê têkoşîn were mezin kirin, qad neyên terkkirin û heta statuya Rojava pêk tê berxwedan bi biryardarî were domandin. Li ser vê bingehê divê di siyaseta Kurd de yekîtî were avakirin, hêzên siyasî yên li hemû parçeyan helwesteke hevpar pêş bixin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, CPT, AP û YE erkên xwe bi cih bînin”.

‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikevin tevgerê’

Parlamenterê fransî Emmanuel Fernandes jî got: “Em îro li vir in da ku daxwazeke gerdûnî bînin ziman. Em îro li vir in da ku ji bo gelê Kurd dadwerî, rûmet û demokrasiyê biqîrin. Di heman demê de em azadiya Abdullah Ocalan ê ku 27 salin di girtîgehê de tê girtin daxwaz dikin. Mercên girtina Abdullah Ocalan, ne li gorî peymanên navneteweyî ne ku Tirkiye jî îmze kiriye û mecbûre pêk bîne. Ev ne tenê meseleya gelê Kurde, meseleya hiqûqa gerdûnî û berpirsiyariyên navneteweyî ye. Sedema ku em îro li virin ew e ku Konseya Ewropayê li Strasbourgê ye û wezîfeya wê parastina mafên mirovan di dewletên endam de ye. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku bi şêweyekî li gorî hîmên xwe, bi îstîkrar û bi wêrekî tevbigere. Di heman demê de, bi mîlyonan Kurd li Rojava, li Rojhilata Navîn projeyeke demokratîk a bêhempa ava dikin û diparêzin. Ev pergala ku li ser bingeha yekîtiya gelan, wekheviya jin-mêr û demokrasiya herêmî ya piralî hatî avakirin, tevî hemû zehmetiyan li ser pêyan dimîne. Ji ber vê yekê divê statuya Rojava di asta navneteweyî de were naskirin û were girtin bin ewlehiyê. Kobanê, li dijî barbariya DAIŞê bû sembola berxwedanê ya cîhanî. Lê belê tevî peymanên agirbestê êriş berdewam dikin, sivîl û binesazî tên hedefgirtin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên Ewropayê û civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikevin tevgerê û statuya demokratîk a Rojava nas bikin.”

Yekîtiya Kurdan niha girîng e

Li ser navê YNKê jî Şêx Şemal di mitîngê de axaftinek kir. Şêx Şemal diyar kir ku dîlgirtina ku 27 salin li ser Abdullah Ocalan tê meşandin nayê qebûlkirin û got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û ji bo riya aştiyeke dadwer li herêmê pêdiviyeke bingehîne. Şemal bang li saziyên Ewropayê û bi taybetî li Konseya Ewropayê (KE) kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û li dijî vê bêhiqûqiyê gavan biavêjin û wiha got: “Li dijî êriş û komployên li ser Rojava, yekîtiya gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî giringiyeke mezine. Li ser vê bingehê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin, destnîşan dikin ku divê gelê Kurd di nav yekîtiyê de li dora wî bibe yek û em berxwedana birûmet a li Rojava silav dikin.”

Em ê tim li gel Kurdan bin

Parlamentera Partiya Keskan û Ekologan Sandra Regol diyar kir ku ew bi gelê Kurd re di nav piştevaniyê de ne û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Wê bal kişand ser nakokiya mezin a di navbera gotinên Fransa yên li ser têkoşîna li dijî terorê û helwesta wê ya li hemberî gelê Kurd de û destnîşan kir ku bi taybetî li Rojava piştgiriyeke bes nayê dayîn ji bo têkoşîna ku gelê Kurd dide.Sandra Regol diyar kir ku wekî Keskan ew bi salan e zextên li ser gelê Kurd tînin rojevê, li hemû herêmên ku Kurd lê dijîn di nav piştevaniyê de ne û ew ê li dijî van bêdadweriyan têkoşîna xwe bidomînin. Sandra Regol her wiha anî ziman ku tevî ku gelê Kurd bi êriş û zextên giran re rû bi rû dimîne jî, her carê li ber xwe dide û dest ji têkoşîna azadiyê bernade û destnîşan kir ku ewê li gel gelê Kurd bin.

Rojava sembol e

Cîgira Şaredarê Strasbourgê Hulya Turan jî diyar kir ku dîlgirtina Abdullah Ocalan mercên îşkence û tecrîdê, beşek ji polîtîkayeke demdirêj a tepisandinê ye ku li hemberî nasname, çand û zimanê Kurdî tê meşandin. Hulya Turan bal kişand ser giringiya têkoşîna nasnameyê û daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd û got ku Rojava ne tenê herêmeke, di heman demê de semboleke. Hulya Turan anî ziman ku rola jinan a li Rojava û wekheviya jin-mêr di civaka Kurd de xwedî giringiyeke navendî ye û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û mafê diyarkirina çarenûsa xwe berdewam dike.

Divê di nava yekîtiyê de siyaset were kirin

Li ser navê Partiya Goran Miran Saleh, komploya navneteweyî şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ku 27 salin li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dide. Miran Saleh got ku komploya duyemîn a li dijî Kurdan li ser destkeftiyên li Rojava ye û gelê Kurd di nav yekîtiyê de li dijî vê komployê derdikeve. Miran Saleh bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statuya Rojava, divê siyaseta Kurd daxwazên gel li ber çavan bigire û di nav yekîtiyê de siyasetê bimeşîne.

Êrişên li ser Rojava ne tesaduf in

Li ser navê PYDê Mizgîn Ehmed bal kişand ku komploya ku 27 salin li dijî Abdullah Ocalan di dewrê de ye, îro paradîgmaya demokratîk, wekhevîxwaz û jin-parêz a ku Rêber Apo li Rojava ava kiriye hedef digire û got: “Ev ne tesadufe. Êrîşên terorî yên li Rojava, bi çavgirtin û konsensûsa hêzên navneteweyî tên meşandin. Lê belê gelê Kurd bi berxwedan û yekîtiya xwe van planan pûç dike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya demokratîk a Rojava, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin; yê serbikeve azadî û vîna gel be.”

Li ser navê PJAKê jî Zagros Enderyarî axaftinek kir. Piştî axaftinan di mîtîngê de hunermend Nuarîn û Çomerd derketin ser dikê.

Etîket: AzadiMîtîngOcalanRojavaStrasbourg
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

14 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

10 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

1 GULAN 2026
Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (416)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne