Welatiyên ku ji bo konsera Koma Amed hatin qadê, hestê xwe yên der barê Koma Amed de parve kirin.
Welatiyên ku ji bo beşdarî konsera Koma Amed bibin hatin qada Newrozê, diyar kirin ku ji ber Koma Amed a piştî 30 salan hatiye Kurdistanê gelekî kêfxweşin. Welatiyan destnîşan kirin ku ew bi Koma Amed serbilind in û şanazin ku beşdarî konserê dibin.

















