• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Jin hêza entegrasyona demokratîk in’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Jin hêza entegrasyona demokratîk in’ derket

    Li Mêhranê êrişa esmanî: 22 leşker hatin kuştin

    Li Mêhranê êrişa esmanî: 22 leşker hatin kuştin

    Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

    Rejîma Îranê girtiyan wek mertal bikar tîne

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

    Îranê deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ê 8ê Adarê li qadan banga azadiya jinan bikin’

Omer Demîr / AW

2 ADAR 2026 - 08:42
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Jinên ku li Stenbolê tev li çalakiya 8ê Adarê bûn diyar kirin ku 8ê Adarê roja jinan e û divê tevahiya jinan di 8ê Adarê de li qadan xwedî li hev derkevin û gotin: “Jin dixwazin polîtîkayên baviksalarî ji holê bên rakirin. Em ê 8ê Adarê li qadan banga azadiya jinan bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) ber bi 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve li navçeya Kartala Stenbolê çalakî li dar xist. Jinên ku tev çalakiyê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Em ê her dem li ber xwe bidin’

Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mercan Gul diyar kir ku jin li qadan 8ê Adarê daxwazên xwe bilind dikin û got: “Em jî dixwazin wekî her kesî azad bijîn. Mafê me jî wekî her kesî hebe. Jin sedê salan e li ber xwe didin. Jinên Kurd îro di bin zext û zilmê de dijîn. Li Rojava jin tên kuştin. Em ê her dem li ber xwe bidin. Jin dixwazin polîtîkayên baviksalariyê ji holê bên rakirin. Em dixwazin li kolanan azad bigerin.”

‘Em mafên xwe dixwazin’

Zelîha Gunay jî destnîşan kir ku ew dixwazin jin bi ser bikevin û wiha got: “Em dixwazin li Rojava, Rojhilat û Şengal bi ser bikeve. Em mafên xwe dixwazin. Serokê me bila di nav me de be. Serok azad nebe em jî azad nabin. Em ê bi ser bikevin. Ez bang li tevahiya jinên cîhanê dikim û dibêjim rabin.”

‘Divê jin di 8ê Adarê de li qadan xwedî li hev derkevin’

Makbule Yilmaz jî anî ziman ku ew bang li jinan dike ku di 8ê Adarê de li qadan bin û wiha got: “Em ji bo xwedîderketina Rojava divê li qadan bin. Divê tevahiya jinan di 8ê Adarê de li qadan xwedî li hev derkevin. Di 8ê Adarê de roja tevahî jinan e, divê her kes li qadan be. Jin jiyan azadî.”

‘Em dixwazin azad bijîn’

Husna Yildiz jî anî ziman ku 8ê Adarê roja jinan e û wiha axivî: “8ê Adarê li New Yorkê derket holê. Em jî îro ji bo 8ê Adarê li qadan in û li ber xwe didin. Azadiya jinan tune bû. Tevgera Kurd ji bo azadiya jinan têkoşiya. Em ê 8ê Adarê li qadan banga azadiya jinan bikin. Em dixwazin azad bijîn.”

‘Em ê bi ser bikevin’

Emîne Seçen jî got: “Jin jiyan azadî. Em aştiyê dixwazin. Ji bo gelê Kurd serkeftinê dixwazin û em ê bi ser bikevin.”

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanêazadiya jinanTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bismilê meşa 8ê Adarê: Em ê ked û nasnameya jinan biparêzin

Jinên Bismil: Bila jin dest bidin hev û xwedî li hev derkevin

2 ADAR 2026
Li Bismilê meşa 8ê Adarê: Em ê ked û nasnameya jinan biparêzin

Li Bismilê meşa 8ê Adarê: Em ê ked û nasnameya jinan biparêzin

1 ADAR 2026
TJAyê li Stenbolê çalakî li dar xist: Em li dijî dagirkeriyê li cem gel û jinan in

TJAyê li Stenbolê çalakî li dar xist: Em li dijî dagirkeriyê li cem gel û jinan in

1 ADAR 2026
‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

1 ADAR 2026
‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

‘Em dixwazin jin bi reng û dengê xwe beşdarî mitîngê bibin’

1 ADAR 2026
Jinan li Êlihê di çarçoveya 8ê Adarê de şahî li dar xistin

Jinan li Êlihê di çarçoveya 8ê Adarê de şahî li dar xistin

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir HATE NÛKIRIN

    Şerê Îsraîlê û Îranê di roja 3yemîn de ye: Trump banga teslîmbûnê li Artêşa Îranê kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê li gel malbatan civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ma Music 9 salî ye: Ne tenê akademiya muzîkê ye navenda ramanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberê PJAKê: Yekîtiya civakî û siyasî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmûd Ehmedî Nejad sax e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmedî Nejad jî hate kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (41)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne