• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    Alî Ejder Elyakut piştî 30 salan hate berdan

    Alî Ejder Elyakut piştî 30 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    Alî Ejder Elyakut piştî 30 salan hate berdan

    Alî Ejder Elyakut piştî 30 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Bismilê meşa 8ê Adarê: Em ê ked û nasnameya jinan biparêzin

Amed / AW

1 ADAR 2026 - 16:33
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li navçeya Bismilê jinan di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de meş li dar xistin û piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê maf, ked û nasnameya jinan bê parastin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li navçeya Bismilê ya Amedê jinan meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek jin jî tev li meşê bûn.

Meşa jinan ji Parka Kardeşlîkê bi dirûşme û tilîliyan dest pê kir. Di meşê de pankatên “Bi jina azad rêber bi civaka demokratîk ve”, “ Nûjîn piştgirî ked û tekoşîna jinan dihûnîne” hatin vekirin û dowizên “Em tu carî dest ji azadî û têkoşîna xwe ber nadin”, “Em jin aştî û wekheviyê dixwazin”, “Em dê kesek din jî kêm nebin”, “Li hember tundiya mêran bijî hevgirtina jinan”û “Jin jiyan e, jiyan nekûje”, “Em dev ji azadî û têkoşîna xwe bernadin”, “Li dijî tundiyê bêdeng nemine” û “li dijî tundiya mêran bijî piştgiriya jinan” hate rakirin. Dirûşmên wek, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8ê Adarê”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî; azad bike Rêbertî” hatin berzkirin. Mêş bi tilîlî, erbane, çepikan berdewam kir. Meşa girseyê li ber Mizgefta Akpinarê bi dawî bû. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.

‘Her derê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin’

Aktivîsta TJAyê Emîne Caynak pêşî axivî û anî ziman ku ew bi saya jinên berxwedêr ên Kurd gihîhiştine van rojan û got: “Hûn dê her tim ronahiya jiyana me bin. Tundî û komkûjiya ku li dijî jinan tê meşandin kir û bi lêv kir ku li hember vê yekê li her derê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Bi tekoşîna jinên Kurd ên berxwedêr jin dengê xwe digihînin hemu cîhanê.”

‘Em ê mafê jiyanê, keda jinan û nasnameya wan biparêzin’

Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn pêşî 8ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha got: “Îro em li vir in da ku em ê li hember tu zextan serî netewînin. Jin bi sedan sal in ku têdikoşin û daxwaza mafên xwe dikin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo jinan e, lê ji bo her kesê ku edalet û demokrasiyê dixwaze ye. Berxwedan bîranîna herî mezin a jinan e. Hevgirtin hêza herî mezin a jinan e. Em ê mafê jiyanê, keda jinan û nasnameya wan diparêzin. Em ê têkoşîna xwe ji bo civakek wekhev û demokratîk bidomînin.”

‘Werin em Rojava bi bîr bînin ku jinan li dijî çeteyên DAIŞê şer kirin’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û detnîşan kir ku sala borî 400 jin hatine kuştin, tenê di meha Çile de 22 jin hatine kuştin û 15 jin wekî “mirinên gumanbar” hatine tomarkirin. Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe wiha domand: “Li Bismilê Evîn Demîrtaş û Gurbet Yalçinkaya ji aliyê kesên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin. Herî dawî li Bismilê keçek 15 salî întîxar kir. Ji kengî ve zarok li vî welatî întîxar dikin. Ji wê demê ve kuştinên jinan ewqas normal bûne. Werin em nîşan bidin ka jinên Kurd çawa xwe azad kirin. Jinên Êzidî bi parastina xwe azadiya xwe bi dest xistin. Werin em Rojava bi bîr bînin ku jinan li dijî çeteyên DAIŞê şer kirin. Jinên Kurd xwedî têkoşînek in ku pê serbilind in, têkoşînek ku kok di ziman, çand û dîroka wan de ye; tiştê ku ew hewce ne ku berfireh bikin ev têkoşîn e. Jinên Kurd wê vê têkoşînê li malên xwe, li kolanan û di nav partiyên xwe de berfireh bikin.”

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

 

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (254)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne