Riha – Welatiyên li Pirsûsê tev li meşa piştgiriya ji bo Rojava bûn diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û li şûna ku dewlet divê ji bo aştiyê gav biavêje lê piştgiriyê dide êrişên li ser Rojava û gotin: “Gelê Kurd li dijî êrişên li ser Rojava rabûye ser pêya. Heta dawiyê em ê bi Rojava re bin û piştgirtiyê bidin wir.”
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê ji bo piştgiriyê bide Rojava û êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê şermezar bike li navçeya Pirsûsê ya Rihayê meşekê girseyî li dar xist. Welatiyên ku tev li meşê bûn ji Ajansa Welat re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrişên li ser destkeftiyên Rojava dan.
‘Em ê Rojava biparêzin’
Dayika bi navê Gulîzar Ozturk destnîşan kir ku ew dibêjin ji êriş û şer re êdî bes e û got: “Gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Dayik dil şewat in. Dewlet dibêje aştî lê hê jî êriş berdewam dikin. Êrişî Rojava dikin. Li şûna ku ji bo aştiyê gav biavêjin êrişî gelê Kurd dikin. Her ku diçe hêviyên me yên ji bo aştiyê kêm dibin. Divê li dijî êrişên li ser Rojava em li ber xwe bidin. Heta dawiyê em ê ji bo parastina destkeftiyên Rojava li ber xwe bidin.”

‘Gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan aştiyê dixwazin’
Dayika bi navê Aslihan Çîftçî jî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêya aştiyê daniye pêşiya gelan û wiha axivî: “Em pey şopa Rêberê xwe ne, lê dewletê hê jî gav neavêtiye. Kurd li ku bijîn îro di bin talûkeya qetlîamê de ne. Em van êrişan şermezar dikin. Keç û xortên me tên kuştin. Êdî bes e, bila gelê Kurd li dijî van êrişan rabin. Kurd li ku bijîn bila rabin ser pêyan. Gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan aştiyê dixwazin.”

‘Em dixwazin Rojava azad bibe’
Welatiyê bi navê Kanber Doymaz jî anî ziman ku ev sed sal zêdetire êrişê gelê Kurd dikin û got: “Em êrişên li ser Rojava şermezar dikin. Em dixwazin Rojava azad bibe. Ev êrişên li ser Rojava bi destê Erdogan pêk tê. Divê gelê Kurd li dijî êrişan rabin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”

‘Em ê dengê Rojava bilind bikin’
Muhammed Kaçmaz jî destnîşan kir ku ew ji bo Rojava dimeşin û got: “Em ê ji Rojava re bibin deng. Ev çend hezar sal in gelê Kurd tê kuştin. Em ê ji bo Rojavayê rabin ser pêyan. Em ê bimeşin û çalakiyan ji bo Rojava pêk bînin. Em ê piştgiriyê bidin xelkê Rojava û dengê Rojava bilind bikin.”














