Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol têkildarî nêrînên Ocalan ên li ser pêşketinên li Rojava û Sûriyê axivî û anî ziman ku Ocalan van êrîşan wekî provokasyonekê pênase dike û di tevahiya hevdîtinê de hewil daye ku riyek ji bo rawestandina van êrişan peyda bike. Erol wiha got ku Ocalan peymana Parîsê ku di navera Îsraîl û Sûriyê de hate îmzekirin wekî bingeha êrişan dinirxîne.
Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê derbarê êrişên li ser Bakur Rojhilatê Kurdistanê û nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên li ser pêşketinên li Sûriyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Erol anî ziman ku di hevdîtina di 17ê Çile de li Îmraliyê bi Ocalan re kirin de mijara sereke êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê bûye. Erol wiha axivî: “Dema me hevdîtin kir hêj pêşketin û êrişên li ser Rojava di vê astê de nebûn. Piştî Şêxmeqsûd biryara vekişîna ji Dêrhefirê hebû. Birêz Ocalan ji serê hevdîtinê heta dawiyê hewil da riyek çareseriyê ji bo rawestandina pevçûnan peyda bike. Fikarên wî tevahî li ser vê mijarê bûn. Ji bilî vê nexwest li ser mijarek din rawest e û mijarek din guhdar bike. Hewildana wî ji bo rawestandina rewşa şer a li Sûriyê û cardin peydakirina bingeha mûzakereyê bû.”
‘Ocalan digot ku dê êriş berdewam bikin’
Têkildarî mijarê Erol destnîşan kir ku Ocalan balkişandiye ser paşperdeye êrişan û wiha gotiye: “Ev êriş dê ranewestin û zêdetir pêş bikevin. Dê tevahiya Bakur Rojhilatê Sûriyê hedef bigirin. Tenê ne Kurdan dê hemû pêk hatiyen hedef bigirin. Dê hisûmeta di navbera gelan de mezin bikin. Li ser birîndar hiştina Kurdan ev du sed sale Rojhilata Navîn rêve dibin. Ev polîtîkaya ‘perçe bike û bi rêve bibe’ ye. Ev xetayek du sed sale xwe dubare dike û kêmînek mezin e.”
‘Başûrê Sûriyê radestî Îsraîlê kirin’
Erol derbirî ku Ocalan ev êriş wekî versîyonek nû ya Komploya 15ê Sibatê nirxandiye û ji devê Ocalan ev tişt gotin: “Ev kêmînek gelan cardin bîne dijberî hev. Min gelek caran bal kişand er vê rewşê. Peymana li Parîsê di navbera Îsraîl û Sûriyê de hatiye kirin, bingeha vê yekê ye. Bi vê peymanê dixwazin Bakurê Sûriyê jî Başûrê Sûriyê jî ji nûve teşe bikin. Xuya ye Golan û Sûveyda dane Îsraîlê, navbera Dîcle û Firat jî dane Şara. Ku Tirkiye bifikire ev dê fayde bide wê, xeletiyek dîrokî dike.”
‘Hevsengiya navned û herêmî pêşniyar dike’
Têkildarî modela Ocalan ji bo Sûriyê pêşniyar kirî de jî Erol anî ziman ku Ocalan li ser Komara Demokratîk a Sûriyê û demokrasiya xwecihî pêş niyar dike û ev tişt gotin: “Hemû pêşniyarên Ocalan di vê çarçoveyê de ye. Ne Ocalan ne jî Rojava tu carî tenê mijara Kurdan re sînor neman. Elewî, Xiristiyan, Ereb, Tirkmen û Durzî teva wekî gelên bi hev re bijîn girtin dest. Pirsgirêk têkiliyên di navbera navend û herêmê de ye. Ne herêmek navendê belav dike, ne jî navendeke herêmê diçewisîne rast nabîne. Modelek li ser hevsengiya vê yekê pêşniyar dike.”
‘Ji bo êrişan dem peyda dikin lê ji bo makezagonê dem nabînin’
Erol da zanîn ku Ocalan biryarnameya di 16ê mehê de ji hêla Şara ve hatiye aşkera kirin jî sekiniye û wiha gotiye: “Îlan dike ku Kurdan wekî welatî qebûl dike. Mînak welatiya kûderê? Welatîbûn hilberîna peymanekê ye, li ser vê bingehê pêk tê. Divê ji hêzên ji herkesê serî tewandinê dixwazin bê pirsîn: Peymana civakî ya Sûriyê çiye? Di nav salekê de dema ku êrişî gelek beşên civakê bike, peyda dike. Lê dema wan têrê nake ku Makezagonekê çê bikin. Rejîma hikûqî ku Kurd, Elewî, Tirkmen tev lê bibin li kûderê ye? Hemwelatîbûnek makezagonî heye? Li cihek makezagon tune, hiqûqî bûn, makezagonîbûn dibe?”
Di berdewama axaftina xwe de Erol nêrînên Ocalan ên li ser helwesta Kurdan jî anîn ziman û cih da van gotinên Ocalan: “Di vê pêvajoyê de ev salek e eme ji yekîtiya dîrokî û civakî ya gelan vedibêjin. Ev vegotinek rast û dîrokî bû. Ligel vê yekê dîrok, çand û nasnameya gelan û karekterek ji hêla van ve hatiye afirandin heye. Kurd kesên tên mala wan ku dijmin bin jî xwedî dike, radestî hêzek din nake. Lê ku tu bi zorê bikevî mala Kurdan tu meselek rûmetê derdixî holê. Divê tu gelên Rojhilata Navîn hesasiyetên ên din paşguh nekin. Ku bike tê wateya ku li wir destwerdanek biyanî û derveyî heye. Divê nirxa manevî ya Rojava di 15 salên dawî de ji bo Kurdan afirandî baş bê zanîn. Aliyê vê manedayînê yê hestewar pir qatmanî ye.”
Erol derbirî ku ji ber ku Ocalan girîngiya Rojava ji bo Kurdan dizane, pêvajoya ji Şêxmeqsûd heta niha wekî provokasyonekê pênase dike û wiha pêde çû: “Ocalan vê pêvajoyê wekî destwerdanek li hemberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku xwedî potansiyela guherîn û veguherîna Rojhilata Navîn heye. dinirxîne. Divê tu dewletên bi Kurdan re dijîn, nebe aliyek van provokasyonan. Bendewarî ev e. Ji bo ev provokasyon vala bê derxistin, divê pevçûn demildest rawestin, mizakere û diyalogeg adil û bi haqaniyetî bê destpêkirin.”













