Endamên Koma Amed bi aligîrên Amedsporê ve hatin gel hev û formayên Amedsporê îmze kirin. Suleyman Çarnewa anî ziman ku Amed di dilê wan de kulek bû û got: “Amedspor nasname ye.”
Serdana endamên Koma Amed a li Amedê didome. Endamên komê çûn serdana mexazaya Amedstore ya Peyasê û bi alîgirên Amedsporê re hatin gel hev. Di serdanê de endamên komê formayên aligîran îmze kirin.
Endamê Koma Amed Suleyman Çarnewa axivî. Suleyman Çarnewa kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Amedspor nasname ye, çavê her kesî li ser Amedsporê ye. Amed dilê me de kulek bû lê em îro li vir in. Em îro dibînin Amed nasmeyekî nîşan dide.”
Bername bi îmze kirina formeyan bi dawî bû.