Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kirin ku nûçeyên ku dibêjin pêşnûmeya rapora hevbeş qediyaye ne rast in, hîn jî xalên li hev nekirine hene û xebat berdewam dike.
Hin saziyên medyayê nûçeyên ku îdîa dikin pêşnûmeya rapora hevbeş a Komîsyona Meclisê qediyaye weşandin. Endamên komîsyonê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) diyar kirin ku pêvajoya nivîsandinê hîn neqediyaye.
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê pirsa nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Selman Guzelyuz bersivandin û diyar kirin ku haya wan ji hin sernavên di çapemeniyê de derketine hene.
Di daxuyaniyê destnîşan kirin ku di rapora pêşnûmeyê de di hin mijaran de pêşveçûn çêbûye, lê xalên li hev nekirine jî hene. Endaman gotin “Pêvajoya nivîsandinê neqediyaye. Em ê di demek kurt de agahdariya pêwîst bi raya giştî re parve bikin.”













