Erebistana Siûdî piştgirî da peymana ya di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyeyê de û hate gotin ku ew hêvî dikin ku ev ji bo pêşxistina aramiyê û yekîtiyê alîkar be.
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Erebistana Siûdî peymana di navbera HSDê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li gorî peymaneke berfireh a entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di çarçoveya saziyên dewleta Sûriyeyê de bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Wezaretê da zanîn ku Erebistana Siûdî hêvî dike ku ev peyama bibe alîkarê rêveçûna Sûriyeyê ya ber bi aştî, ewlehî û aramiyê ve. Di daxuyaniya Wezaretê wiha hate gotin: “Em tevgerîna hikumeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk a li gorî hewldanên Siûdiyê û hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo tesbîtkirina agirbestê û gihîştina vê lihevkirinê silav dikin.”













