Çeteyên HTŞê, DAIŞê û SMOyê êrişî bajarokên Til Hemîs û Til Birak kirin. Her wiha çeteyan careke din êrişî girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê dikin. Li aliyê din drona dewleta Tirk embarên genim ên bajarê Sirînê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ku agahiyên ji herêmê bidestxistine, komên çeteyan piştî kampa Holê êrişî bajarokên Til Hemîs û Til Birak kirin. Hat gotin ku li van herêman pevçûn hene.
Li girtîgeha Eqtanê careke din êriş
Her wiha Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku komên Şamê niha careke din bi çekên giran êrişî girtîgeha Eqtan a Bakurê Reqayê kirin ji bo ku bikevin girtîgehê û çeteyan birevînin.
Duh jî çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Şedadê kiribû. Di vê êrişê de bi sedan çeteyên DAIŞê hatin revandin. Balkêşe ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li hember van êrişan bêdeng e.
Dewleta Tirk embarên Sirînê bombebaran kirin
ANHAyê ji herêmê ragihand ku droneke dewleta Tirk embarên genim ên bajarê Sirînê yê Kobanê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşan de zerarên maddî li embaran çêbû.













