Rejîma Îranê kampên Azadî û Amîriye yên li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Her wiha li dijî baregeha Heşdî Şebî ya li Nînovayê êrişên hewayî pêk hatin.
Nûçegihanê Rpjnewsê ji herêmê ragihand ku bi mûşek û dronan ji aliyê rejîma Îranê ve kampên azadî û Amîriye yên navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hatine bombebarankirin. Di êrişan de tu ziyanên canî çênebûne.
Baregeha Heşdî Şebî hedef hat girtin
Her wiha hate ragihandin li dijî baregeha Alaya 24 ya Tûgaya 59 ya Heşdî Şebî ya li sînorê parêzgeha Nînovayê 2 êrişên hewayî hatinkirin.
Hate zanîn ku baregeha Heşdî Şeebî dikeve devera Reşîdiye ya li bajarê bajarê Mûsilê ya parêzgeha Nînovayê. Hêzên ewlehiyê tekildarî êrişê dest bi lêkolîna êrişê û aşkerakirina ziyanên wê kirin.
Heta niha têkildarî êrişê ji aliyê saziyên peywendîdar ve daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.













