Di saetên êvarê de êriş birin ser avahiyeke berê ya Neteweyên Yekbûyî ya Silêmaniyê û baregeha Pakê ya Hewlêrê.
Li gorî nûçeya Rojnewsê berî çend kêliyan êrişî avahiyeke berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Girê Rîaye ya Silêmaniyê hate kirin. Heta niha nehate zanîn êriş bi mûşekan yan jî bi dronên xwekuj pêk hatiye. Nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve yan jî komê ve hatiye kirin. Heta niha saziyên ewlekariyê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye. Tîmên agirkuj û aliyên têkildarî gihiştine cihê bûyerê, lê derbarê ziyanan de ti agahî nehatine girtin.
Her wiha berî çend kêliyan li Hewlêrê, Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) kir. Hate ragihandin ku dema êriş pêk hatiye hêzên leşkerî yên PAK’ê li baregeha xwe bûn. Li gorî dîmenên hatine parvekirin agir girtiye baregehê û heta niha têkildarî ziyanên canî ti agahî nehatine girtin.













