Gelê Ermen ê li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku tev li seferberiya giştî dibin û dê li rex xwîşk û birayên xwe li berxwe bidin.
Daxuyanî bi zimanê Ermenî û Kurdî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser banga Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk tev li seferberiya giştî bûne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî gelê Ermen ji bo li ser axa xwe bijîn, em dê li kêleka gelê xwe, li kêleka hêzên xwe heta dawiyê em dê şer bikin.”













