Hunermenda Kurd Eyşê Şan, di 28emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
Eyşe Şan di 28emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Bûca Kaynaklarê hate bibîranîn. Rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) û Jîn Art Mala Hunerê tev li bûn.
Rêvebera Jîn Art Mala Hunerê Belkisa Suleymanoglû ya di bîranînê de axivî, diyar kir ku ew di 28’emîn salvegera Eyşe Şanê de wê bi bîr tînin û anî ziman ku Eyşe Şanê mîrateyeke mezin ji gelê Kurd re hiştiye. Belkîsa Suleymanoglu bi lêv kir ku Eyşe Şanê têkoşîneke mezin daye û wiha got: “Îro gelek hunermendên jin û ciwan stranên wê dibêjin. Mîrateyeke mezin li pey xwe hişt em ê girêdayî mîrateya wê bin. Em weke saziya çand û hunerê wê bi rêzdarî bi bîr tînin.