• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    ‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Balafirên şer li navenda polîsan a li Ûrmiyê danc

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Felemez Ulug: Dewleta Tirk dest ji siyaseta înkarê bernade

27 ÇILE 2025 - 15:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug di nivîsa xwe ya bi sernavê “Alerjiya li dijî demokrasiyê” de balê dikişîne ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî demokrasiyê û wiha dibêje: “Dewleta Tirk û deshilata wê di şexsê gelê kurd de li dijî rastiya Rêber Apo derdikeve. Dev ji siyaseta înkar û îmhayê bernadaye.”

Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug, di nivîsa vê hefteyê de balê dikişîne ser polîtîkayên dewletê yên înkar û qirkirinê û nirxandinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên der barê polîtîkayên Tirkiyeyê de. Felemez Ulug diyar dike ku heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê hevdîtina xwe ya duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anî û dibêje: “Hevdîtin 22yê çileyê pêk hat. Parlamanterên DEM Partî pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûbûn giravê. Heyeta Îmraliyê hevdîtina xwe ya duyemîn bi Rêber Apo re pêk anî. Hevdîtin 22yê çileyê pêk hat. Parlamanterên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûbûn giravê. Hat ragihandin ku endamê heyetê Ahmet Turk, ji ber rewşa wî ya tenduristiyê ne başbû di hevdîtinê de cihê xwe ne girtiye. Detayên derbarê şande û hevdîtina bi Rêber Apo re, ne tenê gelê kurd û aliyên demokratîk hemû derdorên cûda ji nêz ve eleqedar dike. Lewma bala herkesî li ser peyamên Rêber Apo ye.”

Felemez Ulug, destnîşan dike ku gelê kurd û gelên herêmê di serdemeke dîrokî de ne û wiha cih dide nirxandinên xwe: “Bi taybetî jî her agahî. Her peyama ji Rêber Apo tê, hêviya mezinkirina têkoşîna azadiyê û serketinê bi xwe re tîne. 2 hevdîtinên girîng û dîrokî li zindana Îmraliyê pêk hatin. Çav û dilê her kesî li daxuyaniya heyeta DEM Partî ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina doh de bû. Heyetê piştî hevdîtinê bi rojekê daxuyaniyeke kurt da û got: ‘Birêz Abdullah Ocalan xebatên xwe didomîne. Di encama vê pêvajoyê de em ê hemû bi hev re azad bibin.’ Bêgûman têkoşîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê hişt ku deriyê Îmraliyê vebe. Ev hevdîtinên ku piştî demek dirêj bi Rêber Apo pê hat, ji bo silametiya herêmê xwedî girîngiyek mezin e. Bi taybet di vê serdama ku li Rojhilata Navîn planên nû di dewre de ne nerîn û peyamên Rêber Apo ji bo silametiya herêmê ji her demê zêdetir xwedî girîngiyek mezin in.”

Felemez Ulug diyar dike ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gelek caran dibêje “Ger derfet li pêşiya min vebe ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêka Kurd çarser bikim.” û wiha li nirxandinên xwe zêde dike. “Rêber Apo di hevdîtina li gel Omer Ocalan jî îşaret bi vê kiri bû û gotibû. ‘Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc çêbin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im, ku vê pêvajoyê ji şer û şîdetê bikişînim ser bingeha huqûqî û siyasî.’ Di van peyaman de diyar dibe ku Rêber Apo li ser gotina xwe ye. Tevî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, şerê psîkolojîk û taybet ên li ser tê meşandin jî ew tu carî ji doza xwe şaş nebûye.”

Felemez Ulug da zanîn ku tevî van hemû hewldanên li dijî peymanên navneteweyî û mafên mirovan jî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan deriyê diyalogê vekirî hişt û van nirxandinan dike: “Ji bo aştiya gelan û çareseriya doza kurd ew herdem di nava têkoşînek topyekun de bû. Bi nerîn û paradîgmaya Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ew ji bo hemû gelan bû çavkaniya moral û jiyana azad. Ne tenê li Kurdistanê li çar aliyên cîhanê ji gelek derdorên cûda, kesayetên nakirî û tevgerên azadîxwaz li vê paradîgmayê xwedî derdikevin. Ev xwedî kerketin roj bi roj navê Rêber Apo mezintir kir û ji sînorên hatine çêkirin derxist. Lewma îro Rêber Apo temsîla fikrekî ku bi mîlyonan jê bawer dikin dike. Divê nêzîkatiya li himberî wî jî li gorî vê rastiyê be.”

Felemez Ulug, anî ziman ku Dewleta Tirk û deshilata wê di şexsê gelê kurd de li dijî rastiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan derdikeve û wiha dibêje: “Rastiya ku Rêber Apo û gelê kurd daye avakirin êdî bandorê bi her awayî li herêmê dike. Xwedî derketina hêzên azadîxwaz û demokrat dihêle ku ev belavî tevahiya cîhanê bibe. Lê tevî vê jî dewlata Tirk dev ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernadaye.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya beşa 5emîn de balê dikşîne ser dijberiya dewletê ya li himberî demokrasiyê û dibêje; “Divê dewleta Tirk alerjiya xwe ya li dijî demokrasiyê bide aliyekî. Naxwe wê Tevgera Azadiya Kurdistanê wê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike. Weke di vê tespîtê de diyar dibe dewleta uniter ku xwe dispêre ‘yek al’, ‘yek ziman’, ‘yek welat’, ‘yek dewlet’ ne mumkune bikaribe di nava xwe de li gorî pêwîstiyên civakê demokrasiyê pêş bike. Ger di warê fikrî û yasayî de rengên cûda ên welat neyên qebûl kirin, hebûna wan li ser bingehê qanûnî neyê qebûlkirin, ne mumkune ku Tirkiye xwe ji vê zîhniyeta yekperestiyê rizgar bike û pêşî li demokrasiyê veke. Ji bo derbaskirna van jî pêwîste pêşî têgeha netewe-delweta rast bê destgiritn û derbaskirin. Bi taybet li Tirkiyê dewleta ku li ser înkara gelan hatiye avakirin diyare êdî nikare ji pêdiviyên demê re bibe bersiv. Ji bo ku gelên li Tirkiyeyê di vê serdema ku nexeşeyên herêmê tên guhertin bikaribin xwedî li nasname û hebûna xwe derkevin divê pêşî li dermokrasiyê vekin. Diyare ku ger dev ji vê alerjiya xwe ya demokrasiyê bernedin wê bedelên giran bên dayîn.”

Felemez Ulug bibîr xist ku ji vî aliyî ve hevdîtinên ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk tên wê pêşî li demoratîkbûna Tirkiyeyê jî veke wiha dinirxîne: “Ger ev pêvajo weke Reber Apo dibêje bi silametî pêşbikeve wê bandorê li siyaseta herêmê jî bike. Ji ber vê yekê divê herkesê ku alîgirê aştî, demokrasî û yekgirtinê ye divê xwedî li peyamên Rêber Apo derkeve û hêz bide van peyaman. Ger di vê çarçoveyê de nêzîkatiyek were pêşxistin ez di wê baweriyê de me ku wê deshilata heyî jî neçar bimîne gavan bavêje. Em ji bîr nekin hemû deshilat li gorî sekin û helwesta civakî helwestê xwe diyar diyar dikin. Divê helwesta civakê jî rê li ber xweferzkirinên vê desthilatê bigre.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

Jinên Wanê dawetî mitînga 8ê Adarê kirin

7 ADAR 2026
Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

7 ADAR 2026
Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

Meclîsa Jinan a KESKa Wanê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e

7 ADAR 2026
Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

Komeleya Sivîl ya Merîwanê: Xwe ji bo rewşê amade bikin

7 ADAR 2026
Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

Li Sêrtê meş hate lidarxistin: Em ji bo jiyaneke azad têdikoşin

7 ADAR 2026
‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (266)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne