Îsraîlê ragihand ku wan fermandarê leşkerî yê bilind ê Îranê Alî Abdollahî Alîabadî di encama êrîşên hewayî de kuştine.
Şerê DYA, Îsraîl û Îranê di roja 11an de berdewam dike. Îsraîlê ragihand ku wan di êrişên duh de fermandarê leşkerî yê bilind ê Îranê Alî Abdollahî Alîabadî di encama êrîşên hewayî de kuştiye.
Tê gotin ku Alîabadî yek ji kesên nêzîk ên Rêberê Bilind ê Îranê Alî Xameney bû. Çapemeniya Îsraîlê ragihandin ku Alîabadî di nav hedefên sereke yên êrîşên dawî de bû.
Lê Îranê heta niha derbarê mirina Alîabadî de daxuyaniyek fermî nedaye.













