Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku çend endamên komîsyonê dikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yıldız derbarê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Neteweyî ya ku di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de hatiye avakirin de daxuyaniyek da.
Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku komîsyon li gorî biryarên hatine girtin, nêrînên kes, sazî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî digire û wiha got: “Di civîna me ya dawî de, pêşniyarên serokên berê yên Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê hatin guhdarîkirin. Dewleta Tirk di sê sedsalên dawî de qonaxa xwe ya herî bihêz dijî. Serokê Meclîsa me, birêz Numan Kurtulmuş, ji bo girtina daxuyaniyên Abdullah Ocalan, ku weke damezrînerê rêxistina terorê tê dîtin, dikare bi dem û awayekî baş plankirî, ji nav Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Neteweyî 3-4 kesan hilbijêre. Ev yek dikarin biçin gravê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.”