Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku komîsyon dê ji bo çûyîna Îmraliyê biryarê bide û got: “Li ser navê partiya me ez ê biçim.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz dema ji bo civîna bi Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî re diçû civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî, pirsên rojnamegeran bersivand.
Fetî Yildiz diyar kir ku komîsyona dê ji bo çûyîna Îmraliyê bicive biryareke erênî bide û dibe ku dengdayîn were kirin û erênî be. Fetî Yildiz bal kişand ser nîqaşên têkildarî lidarnexistina dengdayînê û got: “Madem em ê biçin giravê, wê demê em ê dengdayîneke ji bo biryardayînê li dar bixin. Biryar dê li gorî hejmarê were dayin ji ber ku ev ne pêşniyarqanûn e. Em dixwazin CHP jî tev li bibe û bi piraniya dengan biryar were dayin. Partiya herî kevin a Tirkiyeyê ye. Di çareseriya pirsgirêkeke nîvesre didome de dê CHP sûdewer be.”
Fetî Yildiz anî ziman ku heke CHP deng nede jî dê ew biçin Îmraliyê û got: “Ji her partiyê wekîlek dikare biçe. 4-5 kes dikarin biçin. Li ser navê partiya me ez ê biçim.”













