Amed-Rêbaza firingiyên bin kayê ya ku rêbazeke kevn a ji bo sorkirina firingiyan e li Reqayê dîsa tê bikaranîn.
Li kantona Reqayê cotkar firingî anku bacanên sor ên ku di navbera mehên hezîran û tîrmehê de kom dikin difiroşin. Piştî dema çinîna firingiyan diqede jî ji ber ku lemên wan hên şînin û firîngiyên kal bi wan ve hene vê carê cotkar ji wan firingiyan bi awayeke cudatir sûd werdigirin.
Hin koçberên ji gundewarên rojhilatê bajarê Helebê yên li kampa El Hikûmiyê ya bakurê kantona Reqayê, firingiyên kal kom dikin û wan di nav kayê de vedişêrin da ku sor bibin. Ev firingiyên ku piştî 20 rojan di bin kayê de sor dibin li bazaran tên firotin.
Tê gotin ku berê şêniyên kantona Reqayê vê rêbazê bikaranîne lê piştre dev jê berdane. Lê di rojame de ev rêbaz dîsa tê bikaranîn.